Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê! 2025-01-30 09:56:15 ŞIRNEX – Li Cizîrê dibistanek piştî biryara hilweşandinê hat valakirin û dibistan niha bûye cihê kesên ku tiryakê dikişînin. Li Taxa Şah a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Dibistana Seretayî ya 15 Temmuz Demokrasî Zaferî bi hinceta ku avahiyeke bi talûke ye, dibe ku hilweşe di sala 2023’an de hat valakirin û xwendekarên vê dibistanên şandin dibistanên din. Piştî biryara hilweşînê heta niha tu gav nehatin avêtin. Îdareya Taybet a Bajar ya Şirnexê çend roj berê der barê 17 dibistanên li Şirnex, Hezex, Sîlopî, Qileban û Elkê biryara hilweşandinê hat dayîn. Careke din derbarê Dibistana Seretayî ya 15 Temmuz Demokrasî Zaferî de biryara hilweşandinê hat dayîn, lê sal û nîveke dibistan vala hatiye hiştin, tu tedbîr nehatiye wergirtin û bûye cihê kesên ku tiryakê dikişînin.   HEJMARA DIBISTANÊN KU BÊN HILWEŞANDIN ZÊDE DIBIN   Serokê Egîtîm Sen a Şirnexê Adnan Şenbayram da zanîn ku dibistana ku hatiye terk kirin bûye wek navenda tiryakkêşan û wiha got: “Mixabin, em hemî bi xemgîniyê dibînin û dixwînin ku ev rewş xeternak e. Di van demên dawî de, li Şirnex û navçeyan hejmara dibistanên ku bên hilweşandin zêde bûne. Di hevdîtinên bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî re tên çêkirin de em hîn dibin ku biryara hilweşînê hate girtin zêde dibin û ev dibistan li dijî erdhejê saxlem nîn in.”   BÊ SER Û BER BUTÇE TÊN XERCKIRIN   Şenbayrama diyar kir ku derbarê hinek dibistanan de nêzî 2 sal in biryara hilweşînê hatiye wergirtin lê heta niha nehatine hilweşandin û wiha axivî: “Mixabin, sedema hilweşînê bi krîza aborî re têkildar e û her wiha wekî tedbîrên tasarufê jî sedemeke din e.  Erê, qeyranek aborî heye û nemaze bandor li me kir, lê ji hêla din ve, budçeyên mezin ji bo polîtîkayên ewlehiyê, ji terîqet, komeleyan ve hatin veguheztin. Ji aliyekî ve, em rast nabînin ku ji bo saziyên din pir pere xerc dikin lê ji bo perwerdehiya neteweyî girtina tedbîrên tasarufî em rast nabînin.”     Şenbayram da zanîn ku dibistanên ku hatine terikandin ji aliyê kesên tiryakê bi kar tînin û diziyê dikin ve tên bikaranîn û wiha got: “Bi rêya parlamenterên bajêr dema li meclîsê bûdçe dihatin nirxandin me der barê dibistanên ku li benda hilweşandinê ne me raporek amade kir. Herî dawî hat gotin ku ji bo Dibistana Seretayî ya 15 Temmuz Demokrasî Zaferî û 16 dibistanên din biryara hilweşandinê hatiye dayîn. Daxwaza me aşkera û zelal e. Bila dibistanên ku derbarê wan de biryara hilweşandinê hatine wergirtin û dibistanên îhaleyên wan nehatine dayîn di demeke kurt de bên hilweşandin û li şûna wan navendên perwerdehiyê yên nûjen bên çêkirin.”