Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn 2025-02-02 09:49:00 RIHA - Hevserokê Meclisa Civaka Ermen a Hesekê Îmad Teteryan diyar kir ku ew di nava Rêveberiya Xweser de bi nasnameya xwe hene û wiha got: “Em berhemên neteweya demokratîk yekser dijîn. Lewma weke gelê Ermen banga me ew e ku ev komkujî di zûtirin demê de bên sekinandin.”    Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ser rêveberiya xweser, rê li ber bertekên pêkhateyên cuda yên herêmî jî vedikin.        Hevserokê Meclsa Civaka Ermenan a Hesekê Îmad Teteryan têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter axivî.     NASNAMEYÊN CUDA JI XWE RE QADA JIYANÊ DÎTIN    Îmad Teteryan, anî ziman ku bawerî û nasnameyên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn û wiha got: “Em yekser berhemên neteweya demokratîk dijîn. Lê belê hatina HTŞ’ê di nava baweriyên cuda de rê li ber tirsê vekir. Li Qalamûna ku di bin kontrola HTŞ’ê de ye tu gelên Ermen, Xiristiyan, Suryan û Asur neman. Bi taybet jî li dijî Elewiyan êriş hene. Em dibin şahidê van êrişan. Weke Ermen, Suryan, Asur û gelên din em amade ne li vir parastina xwe bikin. Lê dîsa jî tirs heye. Komên HTŞ’ê yên tên vê derê ji xwe re dibêjin ‘hêza Sûriyeya azad’ lê belê tevek jî komên girêdayî DAŞ û El Nusrayê ne. Em bûn şahid ku li Şamê ji gelên din re dibêjin bibin misilman û tev li DAIŞ’ê bibin.”    ‘ERMEN GIRÊDAYÎ HSD’Ê NE’   Teteryan, destnîşan kir ku xelkê Ermen bi awayekî xurt tev li HSD’ê bûye û ev tişt anî ziman: “Sedema vê jî pergala neteweya demokratîk e. Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha Ermen û gel û baweriyên cuda li Rêveberiya Xweser azad dijîn. Rojên xwe yên taybet û olî bi azadî dijîn. Divê dewleteke ji xwe re dibêje demokratîk, hemû gelan di nava xwe de bihewîne. Dewleteke bi vê îdiayê divê piştgiriyê bide HSD’ê. Ji ber ku HSD hemû gelan diparêze. Em pir bi rehetî di nava pergala neteweya demokratîk de cih digirin. Weke xelkê Ermen em çanda û zimanê xwe dijîn. Sazî û dezgehên me hene. Weke mînak li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Dirbesîye û Til Temirê Saziyên Jinên Ermen hatin vekirin. Daxwaza me ew e ku hikûmeteke Sûriyeyê ya tenê girêdayî navendekî û olekê esas digire neyê avakirin. Banga me ji bo dewletên din e, heke bixwazin reng û nasnameyên din bi hev re bijîn bila piştgiriyê bidin HSD’ê. Heke HTŞ bixwaze li Sûriyeyê xwe weke hêzekê bibîne, wê demê divê bi perspektîfa çareseriyê bi HSD’ê re bicive. Li vir her kes Sûriyeyeke nû û azad dixwaze.”    RÊVEBERÎ JI NASNAMEYÊN CUDA PÊK TÊ     Teteryan, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ji bo Sûriye bibe yek, divê hemû alî bên parastin. HSD tenê ji Kurdan pêk nayê. Ji nasnameyên cuda pêk tê. Anku hemû nasname û bawerî bêyî ferq û cudahî tê de cih digirin. Hemû gel û nasnameyan di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtine. Ne tenê ji Ereb û Kurdan, ji hemû xelkên qedûm ên vê xakê pêk tê.    BILA DESTÊN XWE BIKIŞÎNIN   Li rexekî ser Rêveberiya Xweser êriş hene li rexa din jî ser Elewiyan. Em temamiya van êrişan şermezar dikin. Divê Kurdên li her çar parçeyan dijîn li dijî van êrişan dengê xwe bikin. Ji bo sekinandina van êriş û komkujiyan em bang dikin. Heke êrişeke dagirkeriyê ya mezin li ser Rêveberiya Xweser çêbibe, dê gelên Ermen, Suryan, Asur û hwd rastî komkujiyên mezin bên. Heke HTŞ xwe weke hêza Sûriyeya azad bibîne, wê demê bila xwe ji Tirkiyeyê xelas bike. Tirkiye dixwaz Sûriyeyê di nava lepên xwe de bibire. Me Komkujiya Ermenan ji bîr nekiriye. Lewma gelê Ermen banga pêşîlêgirtina van komkujiyan dike. Li vir gel bûye yek. Bila destên xwe ji vir bikişînin.”    MA / Ceylan Şahînlî