ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN 2025-02-03 09:00:21   *Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bal kişand ser gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku dibêje; “An dê çekên xwe deynin an dê tevî çekên wan binax bikin” û wiha got: “Ev gef e. Em rê nadin van gefan. Heke nêzikatiya wan ev be jixwe ev pirsgirêk çareser nabe.”    * Ji ciwanên tev li çalakiya protestokirina qeyûm a li Sêrtê bûy Mahmût Kizilkaya, wiha got: “Ez 26 salî me. Heke bizanim dê tevahiya emre min di girtîgehê de derbas bibe jî, heke bizanim dê di vê rêyê de bimirim jî ez ê vê têkoşînê bidomînim.”    * Wezareta Karên Hundir tayînkirina qeyûman her tim di bin navê “tevdîra tayînkirinê ya demkî” parast lê heta niha tu hevşaredar li peywira xwe nehatin vegerandin. Yek ji van jî Bêrîvan Helen Işik e. Bêrîvan Hele Işik got ku pêvajoye di çarçoveya planekê de tê kirin.    *Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ew ê ji bo rêvebirina Şaredariya Akdenîzê xwe li benda hilbijartina pêş negirin û wiha got: “Em ê tevî hemû kesên li gel maf, edalet û wijdanê têbikoşin û qeyûm bişînin.”    *Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd li Enqereyê li Mecisê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Her çend MHP ev nîqaş dabe destpêkirin jî daxwaza hevdîtinê ya platformê qebûl nekir.    * Bi pêşengtiya Platforma Gelan a Ewropayê dê li zêdetirî 30 welatan bi beşdariya 700 delegeyan di navbera 14-16’ê Sibatê de li paytexta Awûstûryayê Viyanayê hevdîtina “Em Înîsiyatîfê paşde bigirin” bê lidarxistin.    * Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê têkildarî mitînga “Aştî û azadiyê” ku dê di 8’ê Sibatê de bê lidarxistin, daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li Sêrtê hatiye destpêkirin dê bidome. (12.00) ZINDÎ   * “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” yên DEM Partî û DBP’ê dê li gelek bajaran bidomin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê tev li civîna gel a li Sêrtê bibe. (14.30)