Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin 2025-02-03 13:08:16   ŞIRNEX - Li dijî mala Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Sêgirkê Faysal Babat êriş hat kirin.    Duh di saetên şevê de li dijî mala Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê Faysal Babat bi guleyên ronîkirinê êriş hate kirin. Hat zanîn ku gule li dareke li ber deriyê malê ket. Li cihê bûyerê cendirme hatin sewqkirin. Têkildarî bûyerê girtek htae girtin û ji bo îfadeyê endamên malbatê birin qereqolê. Fermandariya Cendirmeyan a Sêgirkê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.    Faysal Babat ê DEM Partiyî da zanîn ku di demên berê de jî rastî heman êriş û gefan hatiye û ewlehiya wî ya can tune ye.    AHMET GUN HATIBÛ QETILKIRIN   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê Ahmet Gun di 11’ê Kanûna 2023’yan de li çolterê Sêgirkê ji hêla cerdevanan ve hatibû qetilkirin û kurê wî Abdurrahîm Gun jî birîndar bûbû.