Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe 2025-02-04 09:15:52 WAN - Leşkerên şahid di îfadeyên xwe yên ji bo îdiaya "Ketina qada qedexe" de ya der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan de, gotin ku nehiltine Zeydan û kesên pê re bikevin qada qedexe. Danişîna doza Hevşaredaraê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan ku bi îdiaya "ketiye qada qedexe" û "lîkariya rêxistinê û propagandaya rêxistinê kiriye" lê hat vekirin, dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin. Doz di çaçroveya çalakiya mertalên zindî ya di sala 2025'an de li Gever a Colemêrgê hat lidarxistin hatiye vekirin.    Piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind û daxwaza parêzeran, ji bo tespîtkirina ka Zeydan çûye herêma qedexe yan na, keşif hat kirin. Pêzanê ku Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Geverê tayin kir, destnîşan kir ku îdiaya "çûna Zeydan a herêma qedexe" ne rast e. Pêzan di rapora xwe de diyar kir ku Zeydan bi qasî 13 kîlometre û 600 metreyî dûrî herêmê bûye. Lê tevî raporê jî di danişînê de dozger xwest Zeydan bi îdiaya "bi zanebûnî alîkariya rêxistinê kiriye" bê cezakirin.    LEŞKERÊN ŞAHID: ZEYDAN NEÇÛYE HERÊMA QEDEXE   Leşkerên wê demê wekî şahid hatin guhdarkirin jî, îfadeya wan û rapora pêzaniyê li hev dertên. Leşkerên payebilind ên wê demê li Qereqola Kamişliyê peywirdar bûn, di îfadeyên xwe de diyar kirine ku nehiştine Zeydan û yên pê re biçin herêma qedexe. Leşkeran diyar kir ku cihê ku Zeydan û yên pê re lê bûne û herêma qedexe dûrî hev bûne û yên hatine li texma qereqolê hatiye vegerandin.    Leşkerê payebilind O.B. jî di îfadeya xwe de got: "Nehatine herêma operasyonê, nikaribûn biçin."    Leşkerekî din jî di îfadeya xwe de got: "Ew herêm ji aliyê walîtiyê ve hatibû qedexekirin... Piştî mudaxileya me nikaribûn biçin herêma pevçûnê."    Di rapora pêzaniyê de jî heman tişt hatiye gotin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku navbera cihê ku bersûc lê hatiye sekinandin û cihê tê gotin 16,6 kîlometre ye.    Lê tevî vê jî meqama îdiayê dixwaze ceza bê birîn.    MA / Adnan Bîlen