Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye 2025-02-04 10:59:24 ÎZMÎR - HTŞ’ê 2 meh berê Şam bi dest xist. Di vê dema kin de kesên sûcên şer kirin bûn kesên payebilind û nasname û dîroka jinan di hedefê de ye.  Heyet Tehrî el-Şamê (HTŞ) di 26’ê Mijdara 2024’an de dest bi êrişan kir û di 8’ê Kanûnê de li Şamê rêveberî bi dest xist. HTŞ, bermahiya El Qaîdeyê ye û xwedî bîrdoziyeke olperes a tundrew e. Lewma baweriyê nade gelên Sûriyeyê û bi taybet jî jinan. Bi xwe re gelek xetereyan tîne. Tevî ku hêzên Rojavayî hewl didin serokê HTŞ’ê Ahmed el-Şara (Ebu Muhammed Colanî)  weke kesekî “nerm” û “demokrat” nîşan bidin jî, di nava van her du mehan de pratîkeke ku dijminatiyeke mezin li bawerî, gel û jinan dike raber kir.    Di bin navê “guherînê” de rihên xwe qusand, cil û bergên xwe guherand. Şara, di 29’ê Çileyê di “Konferansa Serkeftinê” de xwe weke serokê dewletê yê Sûriyeyê ragihand. Bi ve yekê re Destûra Bingehîn betal kir, Meclis fesh kir, tevî Partiya Baasê hemû partî girt, artêş, yekîneyên ewlehiyê û tevahiya avadaniyên leşkerî û sivîl ên di dema şerê navxweyî de hatine avakirin fesh kir. Sepanên ku gav bi gav dikevin meriyetê, fikar û tirsa heyî her ku diçe zêdetir dike. Zext, talan û komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan, dayina rayeyên weke wezîr, generaltî û walîtiyê yên ji kesên sûcê şer kirine van fikaran bêhtir mezin dikin.    NÊRÎNA HTŞ’Ê YA LI DIJÎ JINAN   Li gel kêmaniyên din, jin jî bûn hedefa HTŞ'ê. HTŞ a xwedî îdeolojiyeke olperest a tundrew, jinê tune dihesibîne û weke milkê zilam dibîne. Ev nêrîn, bi sepanên pratîkî kete meriyetê. Şara ku ji hêla îdeolojîk ve zilam û şerîatê esas digire, di daxuyaniyên dabû çapemeniya biyanî de digot ku hikûmet û şêweyê rêveberiyê yê Sûriyeyê dê li gorî çand û dîroka welêt be. Lê belê di pratîkê de qanûnên şerîatê hatin cîbicîkirin ku veguherî Dewleta Îslamê.    Dema îktîdar bi dest xistî, di rojên ewil de Şara li kolanên Şamê digeriya û dema jinên ciwan dixwestin pê re wêne bikişînin jî, weke şert jê dixwest dersokê bixin serê xwe. Berdevkê HTŞ’ê Ubeyde Arnavut got ku hinek jinên peywirda ji hêla “biyolojîk û psîkolojîk ve hevgirtî nînin.” Bi vê yekê re bi qeydên şerîatê mudaxilekirina jiyana bi milyonan jinên Sûriyeyî jî dest pê kir.    DÊ MODÊLA AKP’Ê CÎBICÎ BIKIN   Rêveberiya demkî ya piştî rejîma Baasê hatiye avakirin, di 22’yê Kanûnê de Ayşe el-Dibs Seyîdoglû tayînî Serokatiya Ofîsa Karûbarên Jinan kir. Balkêş e ku Ayşe el-Dibs Seyîdoglû, cothemwelatiya Tirkiye-Sûriyeyê ye. Ayşe el-Dibs Seyîdoglû ku bi sala ye li Tirkiyeyê jiya û serokatiya Platforma Komeleyên Sûriyeyiyan a li Tirkiyeyê dikir, hevpeyvîna xwe ya ewil bi Yenî Şafakê re kir. Ayşe el-Dibs Seyîdoglû ku beriya niha di kampên penaberan ên li Idlibê de dixebitî, got ku dê polîtîkayên AKP’ê li Sûriyeyê cîbicî bikin.    GUHERÎNA DI DÎROK Û PERWERDEYÊ DE   Şara, di hevpeyvînekê de got ku ew dixwazin jin tev li perwerdeyê bibin û pesnê xwe bi zanîngehên li Idlibê dida. Tam jî di vê demê di 2’yê Çileyê de bû rojev ku di mufredata dibistanên seretayî û navîn de guhertin bên çêkirin. Di guherînan de jî li ser du mijarên esasî hat sekinîn. Ya yekemîn mijarên olî, ya duyemîn jî ji Keybanûya Palmîrayê Zenûbiyayê ve heta niha, têkildarî dîroka Sûriyeyê ya der heqê jinan de bû. Bi mufredata nû re Xiristiyan û Cihû weke hedef hatin nîşandan û her cureyên fikra zanistî, navê sembola dîrokî Keybanûya Sûriyeyê Zenûbiya û hin şexsiyetên Sûriyeyî ji mufredatê hatin derxistin.    ROLA JINAN TÊ TUNEKIRIN   Koma Jinan a Zenûbiyayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Em, guherînên Wezîrê Perwerdeyê yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê di bernameya perwerdeyê de kirin, bi tundî protesto dikin. Ev yek çand û dîroka me tune dike û rola jinan a di avakirina şaristaniyê de tune dike. Bi vê guherînê re navê Keybanû Zenûbiyayê ku sembola israr û berxwedanê ye û jinên pêşeng ên Sûriyeyê û rola jinan tune dike. Ev ne tenê jibîrkirina hinek navan e, dixwazin dîroka Sûriyeyê bidin jibîrkirin û windakirin.”    NEÇÛ DESTÊ WEZÎRA JIN   Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock tevî wezîrê Fransiz Jean-Noel Barrot di 3’yê Çileyê de çûn serdana Sûriyeyê. Şande ji hêla Şara ve hate pêşwazîkirin. Şara, ku çû destê wezîrê Fransiz, neçû destê Annalena Baerbock û destê wê ji hewa ve hişt.    GAVÊN BER BI ŞERÎATÊ VE   Li ser hesabên medyaya dijîtal dîmenên ku hinek kom li taxên Helebê bi hoparlorê banga girêdana dersokê li jinan dikin hatin parvekirin. Komeke çûyî taxa Ezîziye û Silêmaniyê ku piraniya şêniyên wan Xiristiyan in, bi hoparloyan dirûşmên “Ey ummeta Xwedê hîcab hîcab” û “Allah û Ekber” berz kirin.    Li Hemayê jî komeke bi navê “Banga Xêrê Kirin" broşur û pirtûk belav kir û di pirtûkeke de nivîsa “Kesên çêran li Xwedê dikin divê bên kuştin” jî hebû. Komeke bi navê “Hewldana Belavkirina Hîcabê” ku ji 25 jinan pêk tê, li Hemayê 100 cilûbergên Îslamî belav kir.    KUJERÊN JINAN DI RÊVEBERIYÊ DE CIH GIRTIN   Li ser medyaya dijîtal dîmenê Wezîrê Dadê yê HTŞ’ê Şadî el-Veysî hatin parvekirin ku dema du jin li Idlibê dihatin înfazkirin, hukmê kuştina wan dixwend. Rêveberiya HTŞ’ê piştre qebûl kir ku ev dîmen rast e.    SÛCÊN ŞER DI RAPORAN DE HENE   HTŞ ku ji sala 2017’an ve li Idlibê rêveberî di destê xwe de digirt, ji ber sepanên xwe yên li vê derê gelek caran di raporên sûcê şer ên Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih girt. Di rapora sala 2024’an a NY’ê de hate gotin ku HTŞ zextê li jinan dike, perwerdeya cîhadê dide xwendekaran û çalakiyên li dijî rêxistinê bi tundiyê ditepisîne.    Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî di rapora xwe ya bi sernavê “Di 2023’yan de Mafên Mirovan ê li Sûriyeyê” parve kir. Di raporê de cih da qedexeya HTŞ’ê ji bo jin û zarokên keç anî, qedexeya ku nahêle jin dozên hevberdanê vekin û di hilbijartinê de dengê xwe bidin cih girt. Yek ji tespîteke balkêş a di raporê de jî ew bû ku bi tenê jiyîna jinan û bêyî zilamekê ji malê geriyana wan a li qada cemaweriyê hatibû qedexekirin.    KUJERÊ HEVRÎN XELEFÊ    Di konferansa Şara xwe weke “serokê dewletê” ragihandî de kujerê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef û serokê koma paramîlîter Erar El Şerqiye Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeqra) jî hebû. Ev kes beriya niha bi navê Ahmed Îhsan Fayyad El-Hayes ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mezun bûbû. Ev şexsê ku di dema qetilkirina Hevrîn Xelefê de li ser cenaze û kesên dîlgirtî dikeniya, piştî rêveberiya Şamê ketî destê HTŞ’ê gelek caran di wêneyên bi Şara re hatin kişandin de cih girt.    Tê gotin ku koma paramîlîter Ehrar El Şerqiye li derveyî Helebê komplekseke girtîgehan a mezin li derveyî Helebê ava kiriye û ji sala 2018’an ve bi sedan kes li vir înfaz kiriye. Tê zanîn ku ev koma paramîlîter li Idlib û Helebê gelek karsaz û kesayetên muxalîf direvîne û ji xizmên wan fîdyeyê dixwaze.  DAYIKA HEVRÎN XELEFÊ BERTEK NÎŞAN DA   Dayika Hevrîn Xelefê, Sûad Mistefa, wiha got: “Ez qebûl nakim ku rola kujerên Hevrînê di pêşeroja Sûriyeyê de hebe. Çawa peywirê didin kujer, sûcdar û çeteyan? Kujerê keça min di kongreyeke li pêş çavê hemû cîhanê hatiye lidarxistin de cih girt. Ez vê rewşê şemezar dikim.”    Koma Jinan a Zenûbiyayê jî xwest kujerên Hevrîn Xelefê bên darizandin û Kongra Star jî wiha got: “Em, pergaleke bi pêşengtiya serçeteyan qebûl nakin. Divê kujerên jinan di dadgehên navneteweyî de bên darizandin.”    JI JINAN HIŞYARIYA JI BO HTŞ’Ê   Tora femînîst a navneteweyî ya Jinên di Nava Civaka Misilman de Dijîn (WLUML) jî diyar kirin ku komên îslamîst ên li Sûriyeyê bûne îktîdar, dê di mijara azadiyên jinan û pêşeroja welêt de xwedî bandoreke neyînî bin, dê mafên jinan bên bisînorkirin û newekheviya zayenda civakî zêdetir bibe.    Tora Piştevaniya Jinan a Asyaya Rojava û Efrîqaya Bakur (WWSN) jî diyar kir ku HTŞ û koma paramîlîter SMO ya girêdayî dewleta tirk ji bo jinan xetere ne.    SÛRIYEYEKE ÇAWA?   Kongra Star ku sîwana rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di 8’ê Kanûnê roja HTŞ’ê rêveberiya Şamê bidestxistî ev daxuyanî da: “Şerte ku di avakirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de jin tê de cih bigirin û bi roleke pêşeng rabin. Di avakirina Sûriyeya nû de hewceye jin pêşeng û aktorên sereke bin. Lewma jî weke Meclisa Kongra Star a Rojava em bang li hemû jinên Sûriyeyê dikin ku em bi hev re Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bikin.”    Rêxistinên jinan piştî daxuyaniyê li herêmê gelek civîn, komxebat û konferans li dar xistin û gotin ku ew dixwazin di avakirina Sûriyeya nû û destûra bingehîn de bi awayekî wekhev cih bigirin.    MA / Semra Turan