Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin 2025-02-04 13:18:06   STENBOL - Li gorî rapora KCDP’ê di meha Çileyê de 33 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û 32 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) rapora xwe ya Çileya 2025’an eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Çileyê de 33 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û 32 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Di raporê de hate destnîşankirin ku ji jinên hatin qetilkirin ji sedî 24 jê ji hêla hevjînên xwe ve, ji sedî 70 li mala xwe û ji sedî 52 bi çekan hatin qetillkirin.