Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist 2025-02-04 13:18:49   ŞIRNAK - Şaredariya Cizîrê ya DEM Partiyî civîna xwe ya meha Sibatê bi beşdariya gel li dar xist.    Şaredariya Cizîr a Şirnexê ya DEM Partiyî civîna xwe ya meha Sibatê li Kolana Hunerê li dar xist. Civîn, ji gel re vekirî hat lidarxistin û hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn. Hevşaredar Abdurrahîm Durmuş beriya civînê axivî û got ku ew şaredariya xwe bi awayekî demokratîk û şefaf birêve dibin û got: “Em civîna xwe ji gel re vekirî lidar dixin. Nabe ku rêveberiyên herêmî ji çend kesan pêk bê.”    'EM Ê BAJARÊ XWE BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’   Hevşaredar Guler Yerbasan jî diyar kir ku mîna soz dabûn gel dê biryarên xwe yên têkildarî bajar bi hev re bidin û ev tişt anî ziman: “Gelê me jî dizane ka me şaredarî di bin kîjan şert û mercan de girt. Ji roja ewil ve me ev yek nekir pirsgirêk. Mîna roja ewil em ê niha jî vî bajarî bi gel re birêve bibin. Me xwest civîna meha Sibatê bi gel re li dar bixin. Em ê biryarên xwe di hizûra gel de bidin. Em ê fikrên gel, jin û ciwanan esas bigirin û bajarê xwe birêve bibin.”    Biryarên di civîna meclisê ya meha Sibatê hatin dayin, dan ber dengdayînê. Civîna meclisê bi nêrîn û pêşniyaran bi dawî bû.