Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan 2025-02-05 09:08:12 COLEMÊRG - Reşat Ozdîl 30 sal in di girtîgehê de ye û tehliyeya wî cara sêyemîn e ji ber zexta Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya “poşmantiyê” tê taloqkirin.  Reşat Ozdîl ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, di sala 1994’an de li Amedê hate binçavkirin û piştre jî Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) a Amedê cezayê muebbetê lê birî. Ozdîl, di 30 salên zindanê de li girtîgehên Îskenderûn, Amasya, Sîncan û Tekîrdagê ma.    Reşat Ozdîl ku 17 sal in li Girtîgeha tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, di 12’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê xwe temam kir. Lijneya Îdare û Çavdêriyê zexta “poşmantiyê” lê ferz kir lê Ozdîl qebûl nekir. Bi vê hincetê jî tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Di 12’ê Cotmeha 2024’an de Ozdîl dîsa birin cem lijneyê û îcar jî bi hinceta “Amede nîne bikeve nav civakê” tehliyeya wî 3 mehên din hate taloqkirin.    Ozdîl, di 12’ê Çileya 2025’an de careke din derxistin pêşberî lijneyê û îcar jî pirsa “Tu poşmanî?” jê hate kirin. Ozdîl li dijî vê derket û tehliyeya wî îcar ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Ozdîl, ev 31 sal in di girtîgehê de ye.    LIJNE VEGUHERANDINE NAVENDÊN ÎŞKENCEYÊ    Reşad Ozdîl li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku ew ê êdî dernekeve pêşberî lijneyê û li hemberî van polîtîkayan serî netewîne. Ozdîl, bi bîr xist ku ev 31 sal in girtî ye û Lijneyên Îdare û Çvadêriyê veguherîne navendên îşkenceyê û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    MA / Rûken Polat