Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî 2025-02-05 16:25:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan çû serdana girtiyên jin ên siyasetmedar ên li girtîgehên Kandira û Gebzeyê tên ragirtin.    Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, çû serdana girtiyên jin ên siyasetmedar ên li girtîgehên Kandira û Gebzeyê. Buldan, têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re agahî da girtiyan.    Buldan, li Girtîgeha Jinan a Kandirayê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ziyaret kir û silav û peyamên Abdullah Ocalan jê re şandin. Yuksekdag jî got: “Em qîmeteke mezin didein pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin.” Ev pêvajo dê bibe qonaxeke nû ya têkoşîna me ya ked û azadiyê. Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin.”