Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin 2025-02-06 09:03:42 SÊRT - Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, diyar kirin ku ew ê serlêdana sûc bikin û bal kişandin ser têkoşînê. Di 29’ê Çileyê de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve cara sêyemîn qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî  û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Xwepêşandanên li bajêr ên li dijî qeyûm didomin. Endamên meclisa şaredariyê yên DEM Partiyê yên ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatin kirin, destûr nehat dayîn bikevin şaredariyê, dê der barê polîsên ku destûr nedane bikevin şaredariyê, serlêdana sûc bikin.   Endamên meclisê yên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûman û neketina şaredariyê dan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Amîne Tîmurtaşê bi bîr xist ku qeyûm 3 heyaman li ser vîna gelê Sêrtê hatiye wezîfedarkirin û destnîşan kir ku qeyûm di heman demê de pergala hevserokatiyê jî hedef digire û êrişek li dijî destkeftiyên jinan e. Amîne Tîmurtaşê got: “Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, lê li aliyê din nêzîkatiyên wan ên nakok berdewam dikin. Di rastiyê de nenaskirina kurdan heye. Em ê li hemberî van polîtîkayan bêdeng nemînin."   Hasan Polat anî ziman ku tu teblîxat ji endamên meclisê r enehatine şandine û got: “Di 3’yê Sibatê de ji bo mafê xwe yê demokratîk û berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê xwe bi cih bînin, me xwest bikevin avahiya şaredariyê. Lê belê em ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li hemberî vê yekê em ê di rojên pêş de serlêdana sûc bikin. Gelê Sêrtê heta niha xwedî li şaredariya xwe û îradeya xwe derketiye û baweriya min bi tevahî heye ku ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bidin."   ‘EM Ê HEYA DAWIYÊ BITÊKOŞIN'   Hasret Aslan got: “Gelê Sêrtê bi bertekên xwe nîşan da ku tayinkirina qeyûm qebûl nakin. Qeyûm êrişa li dijî destkeftiyên jinan e. Em vê polîtîkayê qebûl nakin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."   Zozan Turksoyê jî destnîşan kir ku qeyûm darbeyeke siyasî ye û wiha got: “Me hewl da ku 8 sal in kavilên ku li bajêr ji aliyê qeyûm ve hatine çêkirin paqij bikin. Tevî hemû hilbijêran gelê Sêrtê îradeya xwe nîşan da û ew di sindoqê de binaxkirin. Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li vîna gel derkevin."