Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin 2025-02-06 09:09:49   STENBOL - "Meşa Dirêj" ku li Fransayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir, didodme. Ciwanên K-kurd û enternasyonalîst wê di 9'ê Sibatê de li Almanyayê dest bi meşê bikin. Sîdar Goksuyê banga, "Em hemû ciwanan vedixwînin meşa xwe" kir.   Çalakiyên ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd didomin. Di çarçoveya kampanyayê de li bajarê Lorîent ê Fransayê di 21’ê Çileyê de “Meşa Dirêj” hat destpêkirin. Meş wê di 26'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê bi dawî bibe. Di 15’ê Sibatê de wê li Strasboûrgê mîtîngeke mezin bê lidarxistin.   Ciwanên kurd û enternasyonalîst jî wê di 9'ê Sibatê de li bajarê Heîlbronn ê Almanyayê werin cem hev û dest bi meşê bikin. Piştî Heîlbronnê wê meşa ciwanan bi rêzdarî bi Ludwîgsbûrg, Stûttgart, Offenbûrg û Freîbûrg im Breîsgaû bidome. Ciwan wê meşa xwe ya 15’ê Sibatê bi tevlîbûna mîtînga ku li Strasboûrgê bê lidarxistin bi dawî bikin.   WÊ JI GELEK WELATAN BEŞDARÎ MEŞÊ BIBIN   Sîdar Goksû ku di komîteya amadekar a meşê de cih digire, diyar kir ku ji gelek welatên Ewropayê yên wekî Almanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê wê bi sedan ciwan beşdarî meşê bibin. Goksû bal kişand ser wê yekê ku ew ê li hemberî komplo û tecrîdê bertek nîşan bidin û got: "Li bendê ye ku îsal ji gelên cuda gelek kes beşdarî meşa li gelek bajarên Ewropayê bibin. Ev yek ji bo têkoşîna hevpar a van gelan peyameke hevpar a girîng dide."   Goksû da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de tevahiya salê ciwanên kurd û enternasyonalîst çalakî li dar xistine û got: "Ciwanan di nava salê de li Fransa, Swîsre, Almanya û Belçîkayê konferans, meş, panel û çalakiyên bêîteatiya sivîl li dar xistin. Çalakiyên me didomin. Çalakiyên me wê li her derê bidomin, heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe."   BERNAMEYA MEŞÊ   Goksû diyar kir ku di roja ewil a meşê de ew ê li Heîlbronnê semînerekê li dar bixin, di roja duyemîn de tenê meş û belavok bên belavkirin, di roja sêyemîn de jî kesên di çalakiya "Tu Nikarî Rojê Me Tarî Bikî" de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin û di roja çaremîn de jî ciwanên enternasyonalîst dê bernameya xwe ya taybet pêk bînin. Goksû got: "Em plan dikin ku di rojên pêş de xwendinên li ser jiyana Abdullah Ocalan ü sinevîzyon çêbikin û belavokan belav bikin. Di 14'ê Sibatê de wê li Freîbûrg im Breîsgaûyê tenê stranên li ser Rêbertî (Abdullah Ocalan) bên gotin. Wê di 15'ê Sibatê de li Strasboûrgê bi meş û mîtîngeke girseyî bi dawî bibe."   BANGAWAZÎ   Goksû wiha dewam kir: "Daxwaza me ya yekemîn bidawîkirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêberê me ye. Ger tecrîd rabe, polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd wê bi dawî bibin. Ger tecrîd rabe, wê statu Kurdistanê çêbibe. Eger tecrîd rabe, êrişên li ser Rojavayê jî wê bi dawî bibin. Em ê îsal jî bi daxwaza 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê" li qadan bin. Em bang li hemû gelê xwe û ciwanên Ewropayê dikin ku bi awayekî herî xurt azadiya Rêberê xwe biqîrin."   MA / Esra Solîn Dal