Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê 2025-02-06 09:38:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber barîna berfê li gelek bajaran ji bo rojekê navber dan perwerdeyê.  Ji ber berfa zêde ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bariyayî, li 23 bajaran ji bo rojekê navber dan perwerdeyê. Bajarên ku ji bo rojekê betlane lê hatiye ragihandin ev in: Kayserî, Sêwas, Edene, Trabzon, Konya, Aksaray, Samsun, Dêrsim, Bolu, Xarpêt, Erzîngan, Kocaelî, Duzce, Nîgde, Nevşehîr, Zonguldak, Sakarya, Colemêrg, Yozgat û Gumuşhane, Gîresun û Sînop.