Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê! 2025-02-06 09:41:41 MÊRSÎN - Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê Midûra Polîtîkayên Jinan Mutlu Aymaz şand beşa xizmetên paqijiyê û li şûna wê jî zilamek tayîn kir. Qeyûmê ku Navenda Şêwirê ya Jinan a ÎŞTAR’ê girt, tabelaya navendê daxist.  Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan di 13’ê Çileyê de hatin girtin û qeymeqamê navçeyê Zeyît Şener li şûna wan weke qeyûm hate tayînkirin. Qeyûm Şener çawa dest bi kar weke karê ewil Midûriyeta Polîtîkayên Jinan neçalak kir, Navenda Şêwirê ya Jinan a ÎŞTAR’ê girt û tabelaya wê anî xwarê. Jin di vê midûriyetê de dixebitîn jî dîsa şand beşa paqijiyê, nihêrîna rêyan, sexbêrkirina kal û pîran û hwd.    DI 11 SALAN DE DU CARAN HATE GIRTIN   Navenda Şêwirê ya Jinan a ÎŞTAR’ê di sala 2014’an de dema rêveberiya DBP’ê de hate vekirin û di sala 2016’an de piştî tayînkirina qeyûm hate bêbandorkirin. Karê psîkolog û civaknasan hate bidawîkirin. Piştre jî hate girtin. Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de DEM Partiyê dîsa şaredarî bi dest xist û ev navend di 25’ê Mijdarê de dîsa hate vekirin. Du odeyên navendê ji bo hevdîtinan, odeyek ji bo lîstikên zarokan hatibû amadekirin. Li navendê ji bo bilindkirina statûya jinan, ji bo bêhtir tev li qadên aborî, civakî û çandî bên kirin xebat dihatin kirin. Her wiha rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên jinan dihatin vekolandin.    Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Akdenîzê Mutlu Satici têkildarî polîtîkayên qeyûm axivî.    ÊRIŞEKE LI DIJÎ DESTKEFTIYAN E   Mutlu Satici, diyar kir ku ew li qada paqijiyê û xebatkarên din ên jin jî li beşên weke “paqijiya malê, sexbêrkirina kal û pîran û bi xêr hatî pitik” hatine peywirdarkirin. Mutlu Satici, wiha got: “Ev xebatkarên jin ji Midûriyeta Polîtîkayên Jinan derxistin û li şûna wan zilamek hate tayînkirin. Em 7 jin li wir dixebitîn. Tevek jî kirin xebatkarên paqijiyê. Dê Mala Hewînê ya Jinan a Şaedariyê jî dewrî Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî bikin. Hundirê Midûriyet Jinan vala kirin. Ji vê armanc ew e ku têkoşîna jinan paşde bixin. Polîtîkayên qeyûm, ji bo tunekirina destkeftiyên jinan e. Divê hemû jin li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”    MA / Abdulkadîr Ayten