Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin 2025-02-06 12:02:12 ENQERE - Danişîna doza nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci ku ji îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” der heqê nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci de lêpirsîn dabû destpêkirin. Melek Avci, di çarçoveya lêpirsînê di 6'ê Îlona 2024'an de îfade dabû. Piştî îfadeya li emniyetê, dozgeriyê der heqê Melek Avciyê de îdianame amade kiribû û 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî qebûl kir. Yekemîn danişîna doza Melek Avci li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Melek Avci, Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) beşdarî danişînê bûn.   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir     Melek Avci di parastina xwe de wiha got: “Di îdianameyê de nûçeyên tecrîdê yên heyî, daxuyaniyên saziyên navneteweyî, daxuyaniyên li dijî DAIŞ'ê, parvekirinên pîrozkirina Roja Rojava û nivîsên min ên nirxandinên çavkaniyên nûçeyan ên min ên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de cih digirin. Ez dixwazim bipirsim bi çi têm sûcdarkirin. Ez ji ber parvekirinên li dijî DAIŞ'a ku bi qirkirinê tê nasîn, têm darizandin. Parvekirinên min hemû der barê tundiya ku li jinan tê kirin de ye. Mijara nûçeyên min bûyerên ku di nava civakê de diqewimin li ser şer tundiya li ser jinê, newekhevî, xizanî û niqaşên li ser aştiyê ye. "     Parêzera Melek Avciyê, Şevîn Kaya jî wiha got: “Muwekilê min rojnameger e, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin. Polîsan der barê muwekîlê min de ji aliyê polîsan ve lêkolîna parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî dane destpêkirin. Di çarçoveya vê dosyayê de li gorî prensîba bingehîn a hiqûqa sûc, 'ji bersûc delîl nayên bidestxistin.’ Piştî vê hedefgirtinê hewl hat dayîn ku di medyaya civakî ya Melek Avcî de hêmanên sûc bên dîtin.  Ev nûçeyên ku mirov dikare di çarçoveya azadiya raman û derbirînê de binirxîne, naveroka wan li dosyayê nehatibû zêdekirin, ger zêde bibûya dê eşkere bibûna. Ez beraeta muwekîlê xwe dixwazim."     Piştî parastinan, şandeya dadgehê biryar da ku dozgerî di rûniştina pêş de mutalaayê amade bike û danişîn taloqî 29'ê Nîsanê kir.