ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2025-02-06 12:40:24   STENBOL - Li gorî “Rapora Cînayetên Kar ên Meha Çileyê” ya ÎSÎG’ê, 177 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Karkeran (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar ên Meha Çileyê” eşkere kir. Li gorî raporê, 177 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dayin 5 jê zarok, 13 jê penaber bûn. Hat destnîşankirin ku herî zêde li Stenbolê karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.