Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin 2025-02-06 15:20:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di salvegera erdhejê de axivî û got: “Ewqas welatiyan ji ber polîtîkaya rantê ya îktîdarê jiyana xwe ji dest dan. Îktîdarê çi kir? IBAN da û Heyva Sor a Tirk jî kon firotin.”    Bi boneya 2’yemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereşê ku bandor li 11 bajaran kiribû û li gorî daneyên fermî 53 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl jî tev li bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Hatayê Mursel Tonguç Salmanoglû, diyar kir ku tevî bi ser erdhejê re 2 sal derbas bûne jî hêj binpêkirinên mafan û mexdûriyet didomin. Salmanoglû, destnîşan kir ku hêj jî bi milyonan kes nikarin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin. Salmanoglû, got ku rayedar û mitehitên berpirsyariya wan di karesatê de heye nehatine darizandin û edalet pêk nehatiye.    'DEWLET JI BO KÊ HEYE?’   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Îktîdara ku ne mafê jiyanê û mafê hewînê lê polîtîkayên rantê esas digirt, bûye sedema mirina bi dehhezaran kesan.” Meral Daniş Beştaşê hinek serpêhatiyên di dema erdhejê de hatine jiyîn vegot û wiha domand: “Ev dewlet dewleta kê ye? Heke xizmetê ji gel re neke û li dijî mirina dehhezaran kesan tişta pêwîst neke wê demê ji bo çi heye? Kizilayê kon firotin û îktîdar li pey rantê ket. Heta ekîbên hilweşandinê jî ji alîgirên xwe hilbijart. Yek ji sûcên îktîdarê ew e ku hêj bi hezaran kes li Hatayê di konteyniran de di nava şertên li dijî rûmeta mirovahiyê de diîn. Îktîdarê çi kir? IBAN da û Kizilayê jî kon firotin. Em ê bi gelê xwe re bin û têkoşîna me dê bidome.”    Endamê MYK’a ÎHD’ê Hakki Demîr jî di raporan de hemû rastî bi zelalî derketine holê û banga piştevaniyê kir.    EDENE   Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Edeneyê û Platforma Ekolojiyê ya Edeneyê jî li Parka Abîdîn Dîno daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû û gelek kes tev li bûn. Endama komeleyê Nilûfer Kokturk di daxuyaniyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku pirsgirêkên mexdûrên erdhejê didomin. Gergerlîoglû jî kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku sedema karesatê, xemsariya îktîdarê bû.    MÊRSÎN   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sozên hatin dayin nehatin bicihanîn, êş nehatin jibîrkirin” hate hilgirtin. Beşdaran gelek aran dirûşma “Em ji bîr nakin, hev helal nakin” berz kirin. Berdevkê platformê Kemal Goçmen di daxuyaniyê de got ku berpirsyarê karesatê îktîdar e û got: “Me ew êş ji bîr nekir û şîna me didome. Em bihêrs in. Ji ber ku rêvebirinên welêt çav û guhên xwe ji aqil, zanist, mantiq û hişyariyan girt û ev jî bû sedema mirina bi dehhezaran kesan.”    ÊLIH    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar, pêkhateyên platformê, kesên xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û gelek welatî tev li bûn. Pankarta “Ne erdhejê rant û xemsariyan kuşt” hate hilgirtin. Nûnerê Odeya Endezayarên Înşaetê ya Êlihê Şahîn Bavlî di daxuyaniyê de got ku bûyereke xwezayî ji ber xemsariya îktîdarê veguheriye karesateke mezin.    Dîlber Yildiz a di erdhejê de kurê xwe û xizmên xwe winda kirî jî got: “Di şeva 5’ê Sibatê de me şîva xwe ya dawî xwar û cara dawî axivîn. Bêyî haya me ji erdhejê hebe me planên xwe yên roja din çêkirin. Me hîs kir ku dê tiştekî nebaş bibe û em bi şev raneketin. Piştre jî erdhej çêbû. Beton bi ser me de hatin xwarin. Roja herî dirêj bû. Qîrînên me di nava kavilan de winda bûn. Ne erdhej, terkexemî dikuje. Di roja 13’an a erdhejê de cenazeyê kurê min derxistin ji nav kavilan. Kekê min, birayê min di roja duyemîn de ez ji nav kavilan derxistim. Heke ne ji wan bûya ez niha nedijiyam. Ji bîr nekin ku em li herêma erdhejê ne. Ji kerema xwe tevdîrên xwe bigirin.”    WAN   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Pêkhateyên platformê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne erdhej, terkexemî dikuje” hat hilgirtin. Engîn Işik li ser navê platformê axivî û got ku êşên wan hêj mîna roja ewil in. Işik, kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got ku ew ê piştgirî û piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re mezin bikin.