Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2025-02-06 20:09:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di encama bomberbarana dewleta tirk a li ser sûka Sirînê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Bi vê re hejmara kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 13’an.   Balafirên bêmirov ên dewleta tirk a di 28'ê Çileyê de sûka gel a li bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kiribû û di encamê de 12 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Îro jî zarokê 8 salî yê birîndar Ehmed Muyeser El Reman jiyana xwe ji dest da. Bi vê re hejmara kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 13’an.   Ehmed Muyeser El Reman li nexweşxaneyeke Reqayê dihat tedawîkirin, lê tevî hemû mudaxileyên tibî jî jiyana xwe ji dest da.