Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin 2025-02-07 10:25:15   MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li navçeyên Artuklu, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de deriyên malan hatin şikandin. Di serdegirtinan de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Nisêbînê ya berê Ziynet Algan û Mîthat Yilmaz û Lokman Aslan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.