6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy 2025-02-07 10:34:55   AMED - Dadgeha dewleta tirk li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Halîse Aksoyê ku cenazeyê kurê wê di qutiyekê de bi kargoyê radestî wê hatibû kirin.    Li Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê Agît Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê radestî wê hatibû kirin, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Li ser îfadeyên îtîrafkar Akbiyik, Halîse Aksoy di 28’ê Nîsana 2023’yan de hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Danişîna 7’an a doza Halîse Aksoyê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Halîse Aksoy tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek amade bûn.    Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Halîse Aksoy bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.    Parêzer Zeynep Karayilan jî li dijî mutalaayê parastin kir û got ku ew tev li mutalaayê nabin. Zeynep Karayilan, diyar kir ku îfadeyên Akbiyik nabin delîlên şênber lewma divê îfadeyên wî esas neyên girtin. Zeynep Karayilan, got ku ji dadgeriyan bi biryarên xwe nîşan dane ku tu bawerî bi îfadeyên Akbiyik nameye û xwest miwekîla wî beraet bike.    Parêzer Necat Çîçek jî diyar kir ku divê hukm li gorî îfadeyên Akbiyik neyê dayin û gelek kesên ji ber îfadeyên wî dihatin darizandin beraet kirine. Çîçek, çendek ji van biryaran pêşkeşî dadgehê kir û daxwaza beraeta miwekîla xwe kir.    6 SAL Û 3 MEH CEZA DA   Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Halîse Aksoyê.