Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang 2025-02-07 11:30:57   AMED - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê li Amedê were lidarxistin, bang krin û gotin ku divê her kes ji bo xwedîderketina li hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan di 8’ê Sibatê de li qada mitîngê be.    Bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê ya navçeya Rezan a Amedê bi şîara “Ji bo aştiyê azadî” mitîng were lidarxistin. Mitîng dê ji bo vegotina hewldanên çareseriya pirsgirêka Kurd ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û civakîkirina çareseriyê bê lidarxistin û bangawaziyên ji bo tevlibûna mitîngê jî didomin. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl kolan bi kolan, mal bi mal digerin û girîngiya tevlibûna mitîngê vedibêjin.    DIVÊ PÊVAJO DERBASÎ QONAXA ZEMÎNA DEMOKRATÎK BIBE    Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan beriya niha jî ji bo aştiyê gelek caran gav avêtiye. Îrmez, diyar kir ku ji bo hevdîtinên heyî derbasî qonaxa çareserî û diyalogê bibin, divê pêvajo civakî bibe û ji bo vê jî têkoşîn were mezinkirin. Îrmez, wiha domand: “Ji bo civakî bibe, em bi gel re civînan li dar dixin û niha jî ji bo mitîngê li qadê ne. Em ê mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ li dar bixin. Ev mitîng, ji bo pêşketina aştî û demokrasiyê, ji bo pirsgirêka Kurd derbasî zemîneke demokratîk bibe gelek girîng e. Di serî de gelê Kurd, banga me ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê ew e ku tev li mitîngan û civînan bibin û dengê xwe bêhtir bilind bikin.”    Di berdewamiya axaftina xwe de Îrmez bi lêv kir ku li cihên xebtatan lê dimeşînin rastî coşeke mezin tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Li gel ku di qadeke 12 metrekareyan de jî, di nava hewldanên mezin de ye, berxwedan û têkoşînê mezin dike. Birêz Ocalan, ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane hewl dide û em jî ji bo silavkirina van hewldanên wî, keda wî û xurtkirin û pêşxistina wan em ê li qadê bin, divê tev li mitîngê bibin. Ev yek, mezintirîn berpirsyartiya me ye.”    GEL DÊ PEYAMA XWE LI QADA MITÎNGÊ BIDE    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî got ku ew li her navçe, tax û kolanên Amedê bi şev û roj xebatên xwe didomînin û ev tişt anî ziman: “Di serî de gelê Amedê, tevahiya gelê Kurd ji bo aştî û azadî di demekî herî kin de pêk bê, tişta ji dest tê dike. Gelê Amedê bi sedan sala ye ji bo nasname, ziman û çanda xwe têdikoşe û dê di 8’ê Sibatê de jî li Qada Stasyonê peyama xwe ya aştî û azadiyê bi dengekî herî bilind bigihîne her derê.”    'EM BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ LI HER KESÎ DIKIN'   Rêvebera MEBYA-DER’ê Menîce Yenî jî got ku divê di mitîngê de peyameke pir xurt were dayin. Menîce Yenî, mitînga di 13’ê Cotmeha 2024’an a li Amedê bi bîr xist û got ku divê her kes bi heman ruhî û coşê xwedî li aştiyê derkeve û biherike Qada Stasyonê.    Dayika Aştiyê Şaîde Gulden jî bi lêv kir ku ji bo çareseriyê divê gav tenê yekalî neyên avêtin û wiha axivî: “Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin. Divê her kesên dibêjin ‘ez aştiyê dixwazim, bila xwîn neherike’ divê li dijî vê gav biavêje. Hêvîdarim ev mitîng bibe wesîleya tiştên xweş. Ji bo vê mitîngê hem li navendê hem jî li navçeyan xebateke mezin hatiye destpêkirin. Hêvîdarim ku bi coşeke mezin derbas bibe û em bi mitîngê bi ser kevin.”    Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî wiha got: “Ji bo aştî, aramî û azadiyê em banga tevlibûna mitînga 8’ê Sibatê li her kesî dikin. Em bi gelê xwe re bên gel hev û peyamên xwe bigihînin cihên pêwîst.”