Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn 2025-02-07 15:12:39   ŞIRNEX - Kesên di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, di bîranînê de got ku divê her kes xwedî li hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan derkeve û got: “Ev, firsendekî mezin e û divê jidest neçe.”    Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), bi boneya salvegera 9’emîn salvegera komkujiya jerzemînên Cizîrê li eywaneke dawetê ya Cizîrê bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de ji bo kesên di jerzemînan de hatine kuştin, panel hat lidarxistin û mewlûd hate xwendin. Malbatên qurbaniyan, Berdevka DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.   Li cihê bîranînê pankarta ku navên qurbaniyan û nivîsa “Lehengên Cizîra Botan” li serê nivîsandibû hat daliqandin. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir.    Piştre, panela bi navê “Aştiyê” hat lidarxistin. Di panelê de Hevseroka MEBYA-DER’ê Esmer Çikmaz, nivîskar Aysegul Devecîoglu, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan axivîn.   ‘EM Ê TU CARAN TIŞTÊN BI SERÊ ZAROKÊN ME ANÎN JIBÎR NEKIN’    Di destpêke de Hevseroka MEBYA-DERê Esmer Çikmaz axivî û hovîtiya ku li jerzemînên Cizîrê qewimî bibîr xist û wiha got: “Em bûn şahîd ku di jerzemînên Cizîrê de çi hat serê zarokên me. Em tu car ji bîr nakin. 10 sal derbas bûn lê ji bo me weke roja îro ye. Em dibêjin îro roja reş e lê ronahî li pêş me ye. Şehîd namirin, şehîd namirin. Em Kurd destê xwe bidin hev, em ê bi ser bikevin.”   TÊKOŞÎNA EDALETÊ   Piştre jî Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo kesên hatine kuştin têkoşîna xwe ya hiqûqî û edaletê bidomînin û got ku di pêvajoyên çareseriy3e de pêkhatina edaletê pirr girîng e.   ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA JI BO AZADIYÊ BIDOME’   Nivîskar Aysegul Devecîoglu jî anî ziman ku ji bo aştî pêk were divê hemû beşên civakî tev li pêvajoye bibin û got: “Li vir aştî bê axaftin û li Rojava şer berdewam bike û mirov bên kuştin nabe. Em aştiyê dixwazin û em hêviya xwe li benda desthilatê nehêlin. Ji bo wê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘DÊ HESABA VÊ KOMKUJIYÊ WERE PIRSÎN’   Ji Aysegul Dogan axivî. Aysegul Dogan jî destnîşan kir ku ew ê hesabê vê komkujiyê bipirsin û wiha got: “Ji bo me hemûyan rojeke pir giran e. Tu gel vê pergalê qebûl nake. Doza me dozeke mafdar e. Em hêza xwe ji baweriya xwe û gelê xwe distînin. Ew hêza xwe ji mîrateya xwe ya têkoşînê distînin. Em dibêjin Kurd hene û mafê Kurdan jî hene. Kesên Kurdan nas dikin divê hebûna Kurdan jî nas bikin. Rojava li ber me ye, divê em destkeftiyên wê û statuya wê biparêzin. Li Tirkiyeyê heke yekitiyek wekhev pêk neyê em ê têkoşîna xwe dîsa bidomînin. Em dibêjin êdî dem dema li hevhatineke bi rûmet û aştiyeke mayînde ye. Di vî şerî de hemû kes winda dikin. Êdî tu kes ji Kurdan re nikare bêje hûn bê statu bimînin. Kurdan sed sal in serî netewandiye. Piştî vê demê jî tu Kurdek serî natewîne. Çiqas desthilat biguherin jî lê mêjî eynî ye, heta pergal neguhere û peymaneke nû ya civakî neyê nivîsandin doza me wê berdewam bike. Em ê bi rêbezên demokratîk hesabên êşa xwe bipirsin. Tu kes nikare van komkujiyan bi me bide jibîrkirin. Ne tenê gelê Kurd jî kesên ji xwe re dibêjin em demokrat in jî divê li hesabê van êşan bipirse.”   BANGA XWEDÎDERKETINÊ   Aysegul Dogan diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê dest pê bike divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û wiha axivî: “25 sal in Rêberek di bin barekî aştiyê de ye. Ev bar li ser milê wî ye. Lê ew di bin tecrîdê de ye. Gelê Kurd dibêje Rêberê me ye û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan dixwaze. Bê Kurdan ne li Tirkiye û ne jî li Rojhilata Navîn aştiyek pêk nayê. Divê em heza xwe ji xwe bistînin. Gelek tişt tên gotin û bi zanebûn dixwazin tifaqa Kurdan pêk neyê û baweriya me bişkînin. Herî zêde ji tifaqa me ditirsin. Em çiqas bi tifaq bin tirsa wan wê ewqas mezin bibe. Dem dema xwedî derketina li Girava Îmraliyê ye. Ew rêberê gelekî ye. Bi salan e dixwaze ji gelan re rêyeke vebike. Ev firsendeke dîrokî ye û divê neyê windakirin. Derî bi derî, mal bi mal em ê xwedî li fikra aştiyê derkevin. Heta ku em vê tecrîdê ranekin û dengê birêz Abdullah Ocalan neyê bihîstin, em wî nebînin, em nikarin bêjin pêvajoyekê dest pê kiriye. Rast e pêvajoyek heye lê tiştek zelal tune ye.”   Panel bi pirsên beşdaran û bersivên axivêran bi dawî bû.   MEWLÛD HATE DAYIN   Piştî panelê ji bo qurbaniyên jerzemînên Cizîrê mewlûd hat xwendin. Bîranîn bi xwendina mewlîdê û danîna xwarinê bi dawî bû.