Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike 2025-02-07 16:13:26 RIHA - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û wiha bang li îktîdar û muxalefetê kir: “Êdî ne dema gotinê lê dema diyarkirina nexşerêya şênber û raberkirina îradeyê ye.”  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtinan, “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Rihayê bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn.    Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Em di duyemîn sala erdhejê de ne. Mezintirîn sedema wêraniya di erdhejê de siyasta rantê bû. Em hêj niha jî encamên wê dijîn. Di dema erdhejê de du şaredariyên me yên biçûk seferber bûbûn. Ji bo ku birînan derman bikin. Bi saya îradeya gelên Kurdistanê me birînên xwe derman kir. Îktîdarê hem di erdhejê de hem jî piştre cihêkarî kir û dike. Gelê Kurdistanê li dijî vê cihêkariyê seferber bû. Lewma em dibêjin gelê Kurdistanê ‘exlaqî û polîtîk e.’ Bendewariyeke me ji îktîdarê tune ye.”    ‘MODÊLA ROJAVA JI BO SÛRIYEYÊ GUNCAV E’    Bi domdarî Bayindir destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê guherînên dîrokî diqewimin û wiha got: “Rojhilata Navîn di erefa dîzayneke nû de ye. Di navenda vê dîzaynê de jî Kurd hene. Planên her kesî li ser Rojhilata Navîn hene. Têkoşîna gelê Kurd û dostên wan di vê qonaxê de krîtîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandibû ser şerê sêyemîn ê cîhanê yê li Rojhilata Navîn. Em niha di nava şer de ne. Ji bo ku gelê xwe di vê dorpêça şer de azad bikin, em têdikoşin. Rejîma Baasê ya 61 sal bûn hebûna xwe didomand hilweşiya û li şûna wê rejîmeke mîna DAIŞ’ê hat. Bi zexta Tirkiyeyê rejîmeke yekperest tê avakirin. Em dibînin ka li hemberî gelan polîtîkayeke qirkirinê ya çawa tê meşandin. Li Sûriyeyê gelek gel bi hev re dijîn. Navê wê tenê dikare bibe Komara Demokratîk a Sûriyeyê. Ev modêla lê digerin gelek li dûr nîne. Rojava li kêleka me ye. Ev 13 sal in li dijî hemû zextan li ber xwe dide. Modêlên jibîlî ve dê rê li ber karesatê vekin. Netewe dewleteke hişk a Sûriyeyê dê bi xwe re koberî û qirkirinan bîne. Heke Sûriyeyeke demokratîk were avakirin, dê pirsgirêk çareser bibin. Divê ev modêl li tevahiya cîhanê were belavkirin. Ev peywira me ye.”    ‘AXAFTINA ÇARESERIYÊ GIRÎNG E’     Keskîn Bayindir bal kişand ser hevdîtinên di navbera Şandeya Îmraliyê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de û wiha axivî: “Ji 1ê Cotmehê vir ve pêvajoyek navlênekirî heye. Ev pêvajo ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Axaftina li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo me pirr girîng e. Ev ne cara ewil e kut ê axaftin. Birêz Ocalan heta roja me ya îro 13 caran îradeya xwe beyan kir. Îro gelek nîqaş tên kirin ku polîtîkaya tasfkiyekirinê bi ser neket û kêrî tiştekî nayê. Bi pêşengtiya rêzdar Ocalan têkoşîna me ya çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd berdewam dike. Têkoşîna me ya ji bo azadiya birêz Ocalan ku me da pêşiya xwe, hatiye astek gelek krîtîk û girîng.”     ‘DIVÊ DESTHILAT ZELAL BE’      Bayindir destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rol û mîsyon dikeve ser milê her kesî û wiha domand: “Divê her kes ji bo çareseriyek şênber gavan biavêje. Êdî ne dema axaftinê ye, dem dema eşkerekirina nexwşerê ye û nîşandana îradeyê ye. Divê ev mesele êdî hin bêtir neyê îstîsmarkirin. Ji bo çareseriyê heta îro sê hevdîtin hatin kirin. Birêz Ocalan bi rêya şandeyê fikr û nêrîna xwe pir bi zelalî danî holê û parve kir. Tu gumana me ji rêzdar Ocalan nîn e, lê divê desthilat vê yekê neke qurbanê berjewendiyên xwe. Divê ku desthilat giranî û helwesta xwe ya zelal deyne holê.”    ‘HER KES BERPIRSIYAR E’    Keskîn Bayindir anî ziman ku navnîşana çareseriyê cem Abdullah Ocalan e û got: “Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Divê her kes ji bo aştî, azadî û çareseriyê vî barî hilde ser milê xwe û bi berpirsiyar tevbigere.Em dixwazin bi van civînan jî çareseriyê, azadiyê û aştiyê şênber bikin.”    Piştî axaftina Keskîn Bayindir civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.