Rojnameger Oznur Deger hat girtin 2025-02-07 17:30:25   MÊRDÎN - Rojnameger Oznur Deger ku bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin, der barê wê de biryara girtinê hat dayîn.   Nûçegîhana me ya Qoser a Mêrdînê Oznur Deger îro di serdegirtin amalan de hatibû binçavkirin. Oznur Deger ku berovajî hat kelepçekirin û binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê sewqê edliyeyê hat kirin. Bi daxwaza girtinê sewqê dadgeriyê hat kirin.   Dadgeriyê ku îfadeya Oznur Deger girt, biryara girtinê da. Oznur Deger dema ji salonê hat derxistin biryar bi dirûşmeya ‘Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ protesto kir. Mîthan Yilmaz, Lokman Aslan piştî lêpirsîna dozgeriyê hatin berdan. Ziynet Algan û Hîlal Çelîk jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.