Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL 2025-02-08 09:03:06 ŞIRNEX - Serokê AKP'ê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan bi şîrketa ku di sala 2020'an de damezrandibû, di du salan de bi HES û bendavên ku xwezaya bajêr texrîb dikin 933 milyon TL . Şîrketa Erkan a ku bi HES û bendavan xwezaya bajêr xera kir, di nava 2 salan de bi 933 milyon TL'yan îhale girtine.  Îbrahîm Halîl Erkan ê ku ji Îlona 2017'an vir ve Serokatiya AKP'ê ya Şirnexê dike, Kaizen Enerji A.Ş.'yê bi Fatime Erkanê re di sala 2020'î de ava kir. Şîrket di 21'ê Mijdara 2024'an de sermaya xwe ji 5 milyon TL'yan kir 125 milyon TL. Şîrketa ku bi Santralên Hîdroelektrîk (HES), Santralên Enerjiya Tavê (GES) û bendavên "ewlehiyê" xwezaya bajêr talan dike, ji Saziya Piştgiriya Çandinî û Pêşketinê ya Gundî (TKDK) ya Şirnexê projeyeke nû wergirt.   Buroya Têkiliyan a TKDK'ê ya Şirnexê di 15'ê Çileyê de ji bo Projeya Tesîsa Pêvajoya Şîrê ya li Herêma Pîşesaziya Organîze ya bajêr bê avakirin, bi Kaizen Enerji A.Ş. bi re peymanek îmze kir. Projeya ku lêçûna wê 123 milyon TL ye, dê bi 46 milyon TL piştgirî bê dayîn.   Şîrketa ku ya endamê AKP'ê Erkan e, bi salan e HES, RES û bendavên "ewlehiyê" yên ku xwezaya bajêr texrîbd ikin ava dike û ji wan qazanceke mezin qezenc dike. Îhaleya HES'ê ya ku li ser Robarê Hêzil ê ji navçeya Qilebanê derbas dibe bê çêkirin di sala 2024'an de ji şîrketa navborî re hatibû dayîn. Îhaleya projeyê bi 810 milyon TL'yî ji bo fîrmaya Erkan hat dayîn.   Di sala 2023'yan de, Kaizen Enerji A.Ş. û şîrketa Yûnûs Madencilik Er-bir Enerji îhaleya projeya Santrala Tavê ya li Taxa Bahçelîevlerê hat dayîn. Berê ji raya giştî re hatibû eşkerekirin ku îhaleyên hin projeyên SPP û HES'ê yên li navçeyên Cizîr (û Qilebanê ji Kaizen Enerji A.Ş.yê re bên dayîn.   Îhaleya projeya bendava "ewlekariyê" ya li navçeya Qilêbanê ku lêçûna wê ji 7 milyon TL'yî derbas bû jî, ji fîrmaya Erkan re hat dayîn. Ji ber bendava navborî gelek gund bi metirsiya di bin avê de bimîn re rû bi rû ne.    DER BARÊ KAÎZEN ERNEJIYÊ DE   Kaizen Enerji A.Ş di sala 2020'î de hat damezrandin. Li gor Rojnameya Sicîla Bazirganiyê ya Tirkiyeyê damezrînerên şirketê Îbrahîm Halîl Erkan û Fatime Erkan in. Şîrketa bi sermayeya 5 milyon TL'yî hat avakirin, ji enerjiyê heta kanzayê, çandiniyê heta xurek, înşaet û heta xwedîkirina heywanan di gelek qadan de kar dike. Şîrket di destpêka sala 2022'yan de sermayeya xwe ji 5 milyon TL'yî kir 20 milyon TL. Di dawiya sala 2024'an de bir heya 125 mîlyon TL'yan.    Şîrket di 19'ê Nîsana 2023'yan de jî destûrnameyek enerjiyê wergirt. Dîroka qedandina lîsansê wekî 19'ê Nîsana 2072'yan hat destnîşankirin.   Erkan pismamê Wekîlê berê yê AKP'ê yê Şirnexê Rizgîn Bîrlîk e. Birayê Erkan ê mezin Mehmet Emîn Erkan jî rektorê berê yê Zanîngeha Şirnexê ye. Birayê mezin ê Erkan ji ber desteserkirina zeviyên cemaweriyê yên li Şirnexê hatibû rojevê û der barê wî de doz hatibû vekirin.   MA / Zeynep Durgut