3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan 2025-02-11 10:04:53 AMED - Di danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan de dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da.  Danişîna 8’an a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Zeydan, tev li danişînê nebû. Parêzerê dosyayê Mahsunî Karaman xwe ji dosyayê vekişand û li ser vê yekê Mehmet Emîn Aktar weke parêzer tev li dosyayê bû. Aktar, daxwaza demê kir.    Dozger xwest ku daxwaza demê were redkirin. Şandeya dadgehê jî daxwaza demê qebûl nekir. Dozger, daxwaza ceza kir.    AKTAR: EZ DADGEHÊ RED DIKIM   Danişîna dozê bi parastina parêzer Mehmet Emîn Aktar domiya. Aktar, bertek nîşanî şandeya dadgehê da ku ji bo “ewlehiyê” ji Midûriyeta Emniyetê ya Bajar re muzekkere nivîsandiye. Aktar, wiha got: “Bêyî ku xwe li benda parastina min bigirin, we duh bi wê nivîsê biryara xwe diyar kir. Parastin, mafê min û miwekîlê min e. Ev, hêmayeke darizandina adilane ye. We bi nedayina demê re ev hêma binpê kir.”   Aktar, wiha domand: “Bi helwesta xwe ya îro re hûn darizandina adilane binpê dikin û bêalîtiya xwe binpê dikin. Lewma jî ez dadgehê red dikim.”    Aktar, têkildarî redkirina daxwaza xwe jî got: “Heke demeke maqûl neyê dayin ev yek dê bibe binpêkirina mafê darizandina adilane û mafê parastinê.”    Dadgehê bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Abdullah Zeydan.