Xelkê Wanê diherike ber avahiya şaredariyê 2025-02-11 10:05:27 WAN - Piştî cezayê hefsê li Abdullah Zeydan hate birîn, bi hezaran welatiyên Wanê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bûn.  Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin û 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Zeydan hate birîn. Piştî biryarê, xelkê Wanê çû ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin. Bi hezaran welatiyên li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye”, “Neslîhan Şedal rûmeta me ye” berz dikin. Hêj niha jî gel ber bi avahiya şaredariyê ve diherike.    Hejmara welatiyan her ku diçe zêde dibe û derdora avahiya şaredariyê jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.