Parêzerê Aktar: Biryareke siyasî ye û ji bo tayînkirina qeyûm hat dayin 2025-02-11 10:43:23 AMED - Parêzer Mehmet Emîn Aktar piştî cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye dayin axivî û got: “Biryar ne ji bo cezakirina sûcekî, biryara cezakirina sekna polîtîke.”  Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Zeydan. Parêzerê Zeydan, Mehmet Emîn Aktar piştî biryarê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da û got: “Pir balkêş e ku dadgehê piştî me vekaletname pêşkeşî dosyayê kir nivîsek nivîsand û xwest tevdîrên ewlehiyê bên girtin. Ev yek nîşan dide ka dê biryareke çawa bidin. Ji dozgeriyê re nivîs nivîsand û jê xwest tevdîrên ewlehiyê bên girtin. Ev yek nîşan dide ku biryara xwe ji berê ve dane. Li parastina me guhdarî nekirin û bi vê yekê re mafên darizandina adilane û parastinê binpê dikin. Ev yek, serbixwebûna dadger binpê dike. Bêyî ku destûrê bidin îtîraza li dijî mafê redkirinê; biryare ji berê ve dane û bêyî navber were dayin hate eşkerekirin. Dadgehê bi vê helwesta xwe îdiaya min berê bi raya giştî re parve kiribû jî piştrast kir. Ev ne cezakirina sûcekî, biryara cezakirina seknekî polîtîk e. Hêvîdarim ev biryar encamên li dijî îradeya gel bi xwe re neyîne.”    ‘JI HÊLA HIQÛQÎ VE ÎZAHETA WÊ TUNE YE’     Aktar, da zanîn ku dê li dijî biryarê serî li dadgeha bilind bidin û axaftina xwe wiha qedand: “Îxtîmaleke mezin dê careke din were betalkirin. Di biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind a dawî de hatibû xwestin ku were lêkolînkirin. Di lêkolînê de derket holê ku sûc tune ye. Heke Abdullah Zeydan hevşaredar nebûya dê dadgehê biryara beraetê dabûya. Ji bo tayînkirina qeyûm, biryareke siyasî hate dayin û tu îzaheta wê ya hiqûqî nîne. Bi temamî biryareke siyasî ye. Wisa xuya dike ku encameke ji bo tayînkirina qeyûm e. Hêvîdarim biencam nebe.”