Di doza rojnamegeran de dê aqûbeta dosyayên cuda were pirsîn 2025-02-11 11:52:04   STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat de biryar hate dayin ku aqûbeta dosyayên cuda yên der heqê rojnamegeran de hatine vekirin bên pirsîn.    Danişîna 2’yemîn a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Parêzer û rojnameger Alayumat di danişînê de amade bûn û rojnameger Mehmet Aslan jî ji Edliyeya Enqereyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Mehmet Aslan di heman demê de di çaçroveya lêpirsîna “propagandaya rêxistinê” de jî îfade da û got: “Çêkirina nûçeyan a di mijarekê de çima dê bibe propaganda? Nabe ku xebatê rojnamegeriyê weke sûc bên nîşandan.”    NÊRÎNA PISPOR PÊŞKEŞÎ DADGEHÊ KIR    Parêzerê Aslan, Habat Demîrcan bi bîr xist ku nêrîna pispor a ji hêla P24’ê ve bi parêzer Benan Moluyê hatiye amadekirin pêşkeşî dosyayê kirine û got: “Nêrîna kesê/a pispor ji hêla miwekîlê min ve hatiye amadekirin. Lê têkildarî dosyayê ye. Di çarçoveya biryarên dadgehên navneteweyî ve hatiye amadekirin û em dixwazin di qonaxa darizandinê de ev nêrîn esas bên girtin.” Demîrcan, daxwaza beraetê ya miwekîlê xwe kir.    Erdogan Alayumat û parêzerê wî jî gotin ku di rewşa heyî de tiştekî bibêjin tune ye.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dadgehê, ji bo aqûbeta dosyayên lêpirsînê yên cuda yên der heqê Alayumat û Aslan de were pirsîn, biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re muzekkere were nivîsandin. Danişîna dozê taloqî 6’ê Gulanê hate kirin.