Xelkê Wanê: Em ê careke din mezin li ber xwe bidin 2025-02-11 14:11:16   WAN - Xelkê Wanê bertek nîşanî cezayê hefsê yê li Abdullah Zeydan hatiye birîn dan û gotin: “Bi vê yekê rêya tayînkirina qeyûm vekirin. Em ê careke din mezin li ber xwe bidin.”    Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Zeydan.  Bertekên li dijî cezayê hefsê yê li Zeydan hatiye birîn didomin. Xelkê Wanê ku biryar weke amadekariya tayînkirina qeyûm nirxandin, herikîn pêşiya şaredariyê û gotin ku dê li dijî tayînkirina qeyûm li ber xwe bidin.    Welatiyê bi navê Tîmur Sayyîgît diyar kir ku cezayê hatiye dayin bêhiqûq û derqanûnî ye û got: “Ev 23 sal in li Tirkiye ne edalet ne jî hiqûq tune ye. Weke gel em xemgînin. Em Kurd her tim dibêjin ‘berxwedan jiyan e.’ Birêz Abdullah Zeydan cezayê vê dozê kişand. Nikarin vê bikin hinceta tayînkirina qeyûm. Li rexekî destê aştiyê dirêj dikin li rexa din jî qeyûman tayînî îradeya gelê Kurd dikin. Şer û aştî bi hev re nabin. Dibe ku her kes şer bike lê her kes nikare barê aştiyê ragire. Ev tiştên tên kirin zilm e. Xespkirina gelê Wanê ye. Em vê xespê qebûl nakin. Gelê Wanê mîna duh dê îro jî xwedî li îradeya xwe derkeve. Hevşaredarên me ne bi tenê ne û em ê nehêlin îradeya me xesp bikin. Şaredarî ya me ye û hevşaredar îradeya gelê Kurd in.”    ÎSRAÎL-FILISTÎN   Omer Cîntan jî diyar kir ku cezayê li Zeydan hatiye birîn derqanûnî û zilm e û got: “Ev zilm e. Sedema vê zilmê jî nebûna yekitiya Kurdan e. Tişra Îsraîl li xelkê Filistînê dike, dewleta tirk jî li Kurdan dike.” Nevzat Turgut jî got: “Ev zilm çima tê kirin. Em cezayê hatiye dayin qebûl nakin. Divê gelê me li dijî vê zilmê rabe ser pêyan. Dê gelê Wanê li ber xwe bide.”   'EM Ê HÎN MEZINTIR LI BER XWE BIDIN’   Abbas Aksak jî bi lêv kir ku ew cezayê hatiye birîn nas nakin û got: “Ev biryar xespkirina îradeya gelê Wanê ye û em ê qebûl nekin. Divê kesên ev bêhiqûqtî kirin paşvegavê biavêjin. Em dîsa ji serî ve dest pê nekin. Gelê Wanê mîna berê dê dîsa li ber xwe bide. Bila kesek berxwedana gelê Wanê ya li dijî xespkirina mazbatayê jibîr neke. Em ê dîsa pir mezin li ber xwe bidin û îradeya xwe teslîmî tu kesî nekin. Qeyûm xesp e, dizî ye. Êdî bes e.”    ‘EM BI ÎRADEYA XWE RE NE’   Dayika Aştiyê Kewê Işik jî got ku cezayê hatiye dayin hiqûqî nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li dijî vê bisekinin. Çi dibe bila bibe Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal îradeya me û em bi wan re ne. Gelê me li ser pêya ye. Ev gel îradeya xwe nade AKP’ê. Bila AKP destê xwe ji şaredariyên me bikişîne. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din dixwazin îradeya gel xesp bikin. Li tu cihekî cîhanê bêhiqûqiyeke wiha nîne. Bila tevahiya gelê Kurd rabe ser pêyan û nehêlin şaedarî bikevin destê AKP’ê.”