Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket 2025-02-11 15:33:07   AMED - Vedat Ozer ê ku di mitînga “Ji bo aştiyê azadî” di êrişa polîsan de birîndar bûbû, piştî başbûna rewşa wî ji nexweşxaneyê derket.    Di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê ya navçeya Bajarê nû ya Amedê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” hat lidarxistin. Polîsan êrişî girseyê kir û endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer di êrişê de birîndar bûbû. Xwîn çû ser mejiyê Ozer û rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Dîcleyê. Ozer ku li beşa lênihêrîna awarte hat tedawîkirin, piştî rewşa wî baş bû ji nexweşxaneyê derket.    Hat zanîn ku tedawiya bi dermanan a Ozer dê li malê û di bin kontrola bijîşkan de bidome.    Malbatê Ozer bir Êlihê.