Neslîhan Şedal: Gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin dê çawa pê re aştiyê bikin? 2025-02-11 16:12:59   WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di civîna Meclisa Şaredariyê de axivî û got: “Hûn ê bi gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin re çawa aştiyê bikin? Em ê li ber xwe bidin û vê derê bêxwedî nehêlin.”    Piştî 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatî birîn, li pêşiya avahiya şaredariyê çalakî hate destpêkirin. Gel hêj li ber deriyê şaredariyê ye û endamên Meclisa Şaredariyê bi serokatiya Hevşaredar Neslîhan Şedalê civiya. Endamên AKP’î tev li civînê nebûn.    Neslîhan Şedal di destpêka civînê de axivî û wiha got: “Em her roj bi kiriyarên ku destûra bingehîn tê binpêkirin re rû bi rû dimînin. Tunehesibandina îradeya gelê Kurd bûye kevneşopiya AKP’ê. Ev aqil êdî li ber têkçûnê ye. Yên ku dixwazin bi tunehesibandina destkeftiyên Kurdan xwe bidin jiyîn, neçarî tunebûnê ne. Em bi îktîdareke ku nahêle gel bêhnê bistîne û daxwazên wê tune dihesibîne re rû bi rû ne. Gelê me edaletê dixwaze lê AKP jinedîtî ve tê.”    'HÛN Ê ÇAWA BI SER KEVIN?’   Neslîhan Şedal, bi bîr xist ku AKP ev 3 serdemin qeyûman tayînî şaredariyan dike û axaftina xwe wiha qedand: “AKP a ku îradeya gel tune dihesibîne, siyaseteke durû dike. Dixwaze pêvajoyê têk bibe. Em tevek ji bo pêvajoya çareseriyê li benda banekî ne lê ew di nava van hewldanan de ne. Ev nayê qebûlkirin. Em ji we dipirsin; hûn ê bi gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin re çawa aştiyê bikin? Ev gel we bi dizî û qeyûmên we nas dike. Heke gel ji qeyûmên we razî bûya dê qeyûmên we hilbijarta. Wan, xwedî gelekî birûmet e. Her tim xwedî li rûmeta xwe derketiye. Îro jî xwedî lê derdikeve. Em ê nehêlin hûn bi van kompasên darazê îradeya me xesp bikin. Gelê Wanê dê destûra vê nede û em ê li ber xwe bidin. Em ê vê derê bêxwedî nehêlin.”    Endamên Meclisê piştî civîna meclisê çûn cem welatiyên li pêşiya şaredariyê.