Li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakî: Darvekirinan bidin sekinandin 2025-02-11 16:19:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyên rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birî li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakî li dar xistin û xwestin biryarên darvekirinê bên sekinandin.    Di çarçoveya kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ de îro çalakvanên civaka sivîl û malbatên girtiyên siyasî yê ku cezayê darvekirinê li zarokên wan hatine birîn, li ber Girtîgeha Evîn kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.   Di nava kesên tev li çalakiyê bûne de çalakvanên mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî, Cehfer Penahî, Hestî Emîrî, Areş Sadiqî, Kamîz Nurozî, Şiqayîq Mûradî, Arya Şêxî û Hisên Rezaq jî hebûn.   Hêjayî bibîrxistinê ye li girtîgehên Îran û rojhilatê Kurdistanê hemû rojên sêşeman wek nerazîbûn li dijî cezayê darvekirinê girtî dikevin greva birçîbûnê.