Li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li Wanê kon hate vegirtin 2025-02-11 16:24:22   WAN - Piştî cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan cezayê hefsê hate birîn û rêya tayînkirina qeyûm hate vekirin, gel li pêşiya şaredariyê konê nobetê vegirt.    Danişîna 8’emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin. Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Zeydan. Bi vê yekê re pêşiya tayînkirina qeyûm hate vekirin. Gelê bajar jî li dijî îxtîmala tayînkirina qeyûm, herikî pêşiya şaredariyê. Girseya li pêşiya şaredariyê her ku diçe zêdetir dibe û welatiyên hatin pêşiya şaredariyê konê nobetê vegirtin. Girseya li pêşiya şaredariyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal rûmeta me ne” berz dikin.    Welatiyan li ber stranan xelekên govendê gerandin û bi dirûşman biryara dadgehê protesto dikin.