Berxwedan li taxan belav bû 2025-02-12 08:31:08 WAN - Çalakiya nobetê ya li pêşiya şaredariya Wanê hatiye destpêkirin didome. Li hêla din ciwanan jî li taxan berîqet danîn û cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn protesto kirin.  Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn. Li dijî cezayê hatiye dayin, li pêşiya şaredariyê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Li hêla din ciwanan li Taxa Demîryolu ya navçeya Rêya Armûşê jî çalakiya protestoyî li dar xistin. Ciwanan, li taxê berîqet danîn û protesto kirin. Li dijî êrişên polîsan jî ciwanan bi fîşekên hewayî, kevir û molotofan bersiv dan. Berxwedana icwanan li taxên cuda belav bû.