Hevşaredar Neslihan Şedal: Em ê rê nedin xespkirinê 2025-02-12 08:31:50   WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku heta serê sibehê li pêşiya şaredariyê bû got: “Gelê me dê rê nede qeyûm, xespkirin û AKP’ê.”    Piştî cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatî birîn, xelkê Wanê li pêşiya şaredariyê dest bi nobetê kir. Çalakiya nobetê heta serê sibehê domiya. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan jî heta serê sibehê tevî ciwanan li ber avahiya şaredariyê man.    ‘GELÊ WANÊ XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERDIKEVE’    Neslîhan Şedal têkildarî çalakiya nobetê axivî û wiha got: “Çalakiya me ya nobetê ku di saetên serê sibehê de dest pê kir hêj didome. Tu hêz û AKP nikarin îradeya gel bişikînin. Ji ber ku dayik, ciwan û jinan tevî hewayê sar jî ev qad bernedan. Xwedî li bajar û destkeftiyên xwe derdikevin. Em li vir in û xwedî li vîna gel derdikevin. Gelê me dê rê nede xespkirin, qeyûm û AKP’ê.”    BANG LI CIWAN Û JINAN KIR   Neslîhan Şedal, banga xwedîderketina li îradeya xwe li her kesî kir û got: “Bi taybet jî jin û ciwan divê xwedî li îradeya xwer derkevin. Nobeta me îro dê bidome. Îro dê bi tevlibûna hevserokên me yên giştî saet di 12.00’ê de daxuyaniyê bidin. Werin bi coşeke mezin tev li bibin. Gelê Wanê dê careke din tişta pêwîst bike.”    MA / Adnan Bîlen - Mehmet Guleş