Kaganarslan: Ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk divê 2025-02-12 09:01:52 AMED - Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan diyar kir ku di mîtînga "Ji Aştiyê re Azadî" ya li Amedê pêk hat de daxwazên gel ên çareseriyê derketine holê û got: "Divê di vê qonaxê de ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk bên avêtin." Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi dirûşmeya "Ji bo aştiyê azadî" mîtîngek hat lidarxistin. Piştî mîtînga ku bi hezaran kes beşdarî wê bû, polîsan êrişî girseyê kir û yek jê zarok 12 kes hatin derbkirin û binçavkirin.      Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan diyar kir ku divê gavên pêbawer bên avêtin.   Kaganarslan destnîşan kir ku di çarçoveya muzakereyên li Îmraliyê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bê civakîkirin mîtîngek li dar xistine û diyar kir ku di mîtîngê de daxwaza aştî û azadiyê derketiye holê. Kaganarslan got: “Di mîtîngên Mêrsîn, Amed û Stenbolê de daxwaza aştiyê û peyama ku birêz Ocalan wekî aktor tê dîtin derket holê. Heya ku pêvajoyên aştî û çareseriyê di navbera aktorên li ser maseyê de neyên encamkirin, her du alî jî ji bo lawazkirina aliyê din çi ji destê wan bê wê bikin û wê pêvajoyên muzakere û diyalogê di xeteke rast de nameşin. Di hundurê wê de xelekek heye. Carinan ber bi paş ve diçe û carinan jî ber bi pêş ve diçe. Birêz Abdullah Ocalan, dewletê; wekî ku ji komên hêzê ku li hev dicivin, pênase dike. Ji ber vê yekê divê em li bendê nebin ku dewlet di çareserkirina pêvajoyên pevçûnan de wekî yekwucûd tevbigere. Di nava dewletê de faktorên cuda di çareseriyê de israr dikin; lê her wiha îhtîmala provokasyonên hin koman li dijî kesên ku piştgiriyê didin çareseriyê jî heye. Êrişa ku piştî mîtînga Amedê pêk hat jî divê li ser vê bingehê bê esas bê girtin. Li dijî provakasyon û îşkenceyan em ê di daxwaza aştiya birûmet de israr bikin. Ji ber ku eger em hêzên civakî û hêzên dewletê mecbûrî aştiyê nekin; dê aştî çênebe. Eger daxwaza aştiya civakî bê zêdekirin û mejiyê dewletê neçarî aştiyê bibe, wê aştiyeke biwate pêk were."   'GAVÊN PÊBAWER DIVÊ'   Kaganarslan da zanîn ku divê desthilat bi awayekî cidî nêzî vê pêvajoyê bibe û ji bo bawerî çêbibe gavên pratîkî divê û got: "Eger li welatê me rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin û di vî warî de gavên pratîkî bên avêtin û eger di qanûna 'têkoşîna li dijî terorê' û rejîma înfazê de hin guhertin bên kirin, dikare baweriyê bide civakê. Yanî ji bo çareserî li nava civakê belav bibe, gavên pratîkî girîng in. Di qonaxa yekem de ji bo jiholêrakirina van têgihiştinên li ser esasê diyalogê divê gavên pêbawer bên avêtin. Diyar e, ev gav çi ne. Ev dikarin bi rêgezên qanûnî bên çêkirin û di asta axaftinê de bên pêşxistin. Bi avêtina gavên pratîk dê baweriya civakê bêtir bi aliyan zêdetir bê."