'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin' 2025-02-12 09:02:34 AMED - Berdevka Meclisa Jinê ya DBP'ê Bêrîvan Bahçeciyê got: "Hewce ye pêkanîna azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê pêkanîn. Wekî jin em amade ne ku li qadan bin û ji bo vê têbikoşin." Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçeciyê hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd nirxandin û diyar kir ku ew wekî jin girîngiyê didin pêvajoyê. Berîvan Bahçeciyê bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan a piştî tecrîda mutleq a 44 mehan û got ku hevdîtinên piştî vê pêvajoyê hêja ne. Bêrîvan Bahçeciyê bal kişand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û got: "Mijara eslî ew e ku ger pêvajoyek dest pê bike, ne tenê bi hevdîtinan, divê hemû şert û mercên vê yekê bên misogerkirin û tecrîd bê rakirin û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were. Wekî jin em amade ne ku li qadan bin û ji bo vê em ê di her qadê de têkoşînê bidin û em ê ji bo vê têkoşînê bidomînin."   'EM JIN EM Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Berîvan Bahçeciyê destnîşan kir ku fikir û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê girîng e û got: "Ger aştî pêk were divê şert û mercên wê bên afirandin. Wekî jin em ê dengê xwe zêdetir bikin da ku di vê mijarê de tişta ku divê demildest bê kirin. Di vê mijarê de çi ji destê me bê em ê bikin."   'HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINAN DIKE'   Bêrîvan Bahçeciyê destnîşan kir ku herî zêde jin û zarok ji şer bandor dibin û wiha got: "Pereyê ku ji bo şer tê xerckirin bandorê li aboriyê dike û ev yek bandorê li hemû aliyên jiyanê dike. Ji ber ku şert û mercên jiyanê dijwar dibin, aborî bandorê li hemû civakê dike û yên rasterast bandorê ji vê digirin jî jin in. Bifikirin ku li cihê ku hûn lê dijîn aborî hilweşiyaye. Ji nêrîna serdest a mêr û tunehesibandina jinê ji aliyê desthilata AKP'ê ve bigire em dikarin behsa gelek tiştan bikin. Di cinayetên jinan de mêr sirf 'qerewat xistiye stuyê xwe' cezayê wî tê kêmkirin. Bi sedan mînakên bi vî rengî hene. Mînaka Pinar Gultekînê. Her tişt li holê ye. Lê ji ber ku desthilat feraseta mêr diparêze, qetilkirina jinê ji nedîtî ve tê. Ev hemû dibin sedeam şer. Ên herî zêde eziyeta vê dikişînin jin in."    'JIN XWE DI PARADÎGMAYÊ DE DIBÎNIN'   Bêrîvan Bahçeciyê diyar kir ku jinan xwe di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dîtiye û di gelek civînên xwe de ev yek dîtine û got: "Di komxebatên 'şerê taybet' ên ku me li dar xistin de, jinan diyar kir ku piştî derketina holê ya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, feraseta civakê ya serdestiya mêr bi piranî guheriye. Xwe bêtir îfade dikin û ji bo awayê jiyana azad têdikoşin. Jin, xwe di paradîgmayê de dibînin. Û ji bo vê jî têdikoşin."    Bêrîvan Bahçeciyê gotina Abdullah Ocalan a “heta jin azad nebe civak azad nabe” bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Jin ji bo civakeke azad û jiyana azad a jinê pêk were êdî li her derê dengê xwe bilind dikin. Rêya ku jin û zarok nemirin û li her derê bi rihetî xwe îfade bikin; bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Di jiyaneke demokratîk û azadiya jinê de helbet wê jin rihettir bin. Ê vê derxist holê jî paradîgmaya birêz Ocalan e. Ya ku bingeha vê afirand felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ye. Divê em li dora vê felsefeyê bibin yek û xwedî lê derkevin û mezin bikin û bikin felsefeya bingehîn a jiyanê. Wekî jinên ku berdêla herî mezin didin divê em bi hemû hêza xwe ji bo xurtkirina wê bixebitin."   MA / Şîrvan Şîlan Çîl