Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be 2025-02-12 09:06:10   ENQERE - Ji Desteya Lijneya Dîwanê ya KCDK-E Mûsa Farisogullari diyar kir ku dewleta ku bi komployê xwest "Têkoşîna azadiyê ya kurd tasfiye bike" hatiye asta tasfiyeyê û got: "Eger aliyê AKP'ê pêvajoyê asteng bike, wê Tirkiye winda bike."   Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 26'an de ye. Komplo, bi derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de, dest pê kir û Heta 15'ê Sibata 1999'an ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, dewam kir. Di pêvajoya piştî vê de, eşkere bû ku ev komplo pêngaveke stratejîk e ku li gorî hevsengiya hêzê ya cîhanî pêk hatiye. Bandora vê destwerdana ku bi taybetî di çarçoveya pirsgirêka kurd de hatiye kirin, heta îro berdewam dike.   Tevî ku 26 sal derbas bûne jî, pirsgirêka kurd ne tenê nehatiye çareserkirin, her ku çûye kûrtir bûye. Paradîgmaya ku Ocalan di şert û mercên tecrîdê de derxistiye pêş, ji aliyê bi mîlyonan ve li derveyî sînor hatiye qebûlkirin. Kurdistanî û dostên wan komploya ku ket sala 26'an, bi kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" pêşwazî dikin. Di vê çarçoveyê de wê li Strasboûrgê di salvegera komployê de bi beşdariya sed hezaran kesî mîtîngek bê lidarxistin.   Demek berê hatibû ragihandin ku wê Abdullah Ocalan jı bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna welêt bangekê bike. Ger bigihêjê, wê banga Ocalan di mîtînga Strasboûrgê de olan bide.    Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Mûsa Farisogûllarî komployê û kampanyaya "azadî"yê ya cîhanî nirxand.   'TIRKIYE HAT ASTA TESFIYEYÊ'   Farisogullari anî ziman ku yek ji armanca sereke ya komployê "Di şexsê Ocalan de tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd e" û got ku gengeşeyên "pêvajoya nû" yên di meha Cotmehê de dest pê kirin, careke din nîşan da ku komplo bi ser neketiye. Farisogullari da zanîn ku di komployê de rola "cerdevaniyê" ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn û got ku ev komplo li welêt bûye sedema rizîna aborî, siyasî û civakî. Farisogullari bal kişand ser gengeşeyên "pêvajoya nû" û got: "Dewleta ku asê bûye, mecbûr e têkeve nava lêgerînê. Tasfiyeyê xwest, lê Tirkiye bi xwe hat asta tasfiyeyê."    'EM Ê BI HER AWAYÎ PIŞTGIRIYÊ BIDIN BANGAWAZIYÊ'   Farisogullari bal kişand ser daxuyaniya dîrokî ya ku tê payin wê Ocalan bide û got: "Rêber Apo li hemberî hemû zehmetî, tecrîd û tecrîda pergala Îmraliyê xwe ji bo pêvajoyeke ku wê 'tariyê veguherîne ronahiyê' amade dike. Perspektîfa ji 7 xalan pêkhatî ya ku di hevdîtinên xwe yên bi Şandeya Îmraliyê re şand, di gelê kurd de bû cihê moral û coşê. Perspektîfên wî û rêbazên wî yên çareseriyê, daxwazên gel ên ji bo azadiyê û demokratîkbûyînê dihewîne. Ji ber vê wê li bara gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bibe cihê hêviyeke mezin bangawaziya wî. Her gotineke Ocalan ji bo me di wesfa talîmatê de ye û em ê bi her awayî piştgiriyê bidin bangawaziya wî."    Farisogullari da zanîn ku hin derdor hewl didin di ser banga Ocalan re "dubendiyê" çêbikin û got: "Em ê li dora Rêberê xwe bibin yek û rêbazên wî yên çareseriyê ji bo me girîng in. Nêzîkatiya gelê kurd jî diyar e. Dibe ku dewlet armanca xwe biafirîne. Hin nêzîkatiyên jehrî yên wekî ku birêz Ocalan rêxistina xwe teslîm bike hene. Berevajî wê, em vê wekî pêngava birêz Ocalan a rizgarkirina Tirkiyeyê binirxînin. Di vî warî de,  em dibêjin ku çek, şer û pevçûn ne çare ne û dixwazin zorê bidin gelê Tirkiyeyê ku ber bi demokratîkbûyînê ve biçin û meseleya kurd di vî warî de binirxînin. Ev ne pêvajoyeke ku nû dest pê kiriye. Birêz Ocalan ji sala 1993'yan û vir ve perspektîfa çareseriyê her tim xistiye rojeva xwe û nirxandinên berfireh kiriye."   'YÊ WINDA BIKE WÊ TIRKIYE BE'   Farisogullari diyar kir ku divê şert û mercên ewlekarî û azadiyê ji bo Ocalan werin dabînkirin û got ku divê Ocalan bi rêxistina xwe û aliyên cuda re hevdîtinê pêk bîne. Farisogullari got: "Eger aliyê AKP'ê hesab bike ka wê çawa ji vê pêvajoyê sûdê wergire û pêvajoyê asteng bike, wê demê yê winda bike wê gelê tirk be û wê Tirkiye be. Ji ber ku gelê kurd wê bi her awayî têkoşîna xwe bidomîne û bi bilindkirina têkoşînê wê pêşvetir biçe. Yê winda bike wê ne gelê kurd be."   Farisogullari anî ziman ku wê di salvegera komployê de bi sed hezaran kes li Ewropayê li hev bicivin û 15'ê Sibatê bi hemû derdoran re heta Strasboûrgê dewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê daxwazên xwe yên azadiyê bigihînin asta herî bilind. Wê bibe rojeke xwedîderketina li daxuyaniya dîrokî ya Rêbertî. Em hemû gelê kurd û dostên li Ewropa û cîhanê vedixwînin mîtîngê."   MA / Firat Can Arslan