Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim 2025-02-12 09:11:58 STENBOL- Hasan Karapinar ê ku di girtîgehê de pençeşêra lenfê dubare lê peyda bû û paşê bi cezayê hepsa malê hat berdan, got: "Ez mafekî dixwazim."  Nexweşê penceşêra lenfê Hasan Karapinar di 6'ê Sibata 2024'an de bi hinceta çalakiya çekdarî ya ji aliyê DHKP/C'ê ve li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Karapinar piştî demekê li Sîlîvriyê ma, di 20’ê Îlona 2024’an de sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê û ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê hat kirin. Karapinarê ku di wexte sewqî nexweşxaneyê dnehat kirin û sûd ji mafê dermankirinê negirt, piştî rapora "nikare li girtîgehê bimîne" a Saziya Tipa Edlî (ATK), di 27'ê Kanûna 2024'an de bi cezayê malê hat berdan.   Karapinar bal kişand ser astengiyên li pêşiya dermankirina wî.    NEXWEŞIYA WÎ LI GIRTÎGEHÊ DÎSA ZÊDE BÛ   Karapinar diyar kir ku dema tedawî dibû di 22'yê Cotmeha 2021'ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û destnîşan kir ku heta Sibata 2022'yan sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Karapinar anî ziman ku tedawiya wî di 3'yê Hezîrana 2022'yan de dest pê kiriye û di 23'yê Hezîrana 2022'yan de hatiye tehliyekirin û got ku piştî tehliyeyê bi temamî sax bûye. Karapinar anî ziman ku piştî ku ji ber çalakiya Çaglayanê cardin hatiye girtin nexweşiya wî li girtîgehê dubare bûye û got: "Wekî gelek girtiyên azad ji ber nasname û ramanên min ên şoreşgerî, pêşî ez girtim, tecrîd kirin, piştre jî xwestin bi nexweşînê min teslîm bigirein. Hat asta ku 'dest ji ramanên xwe berde, paşê em te derman bikin.' Ez du caran hatim sirgûnkirin; piştî girtina min bi 10 rojan ez ji Sîlîvriyê sirgûnî Girtîgeha Kandirayê hatim kirin, min pêvajoya tedawiyê tam da destpêkirin, lê di 20’ê Îlona 2024’an de ez sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê kirim."   Karapinar diyar kir ku dema çûye nexweşxanê ji ber ku bijîşkê li girtîgehê sewqê taloq kiriye û muayeneya kelepçekirî li nexweşxaneyê hatiye sepandin, tedawiya wî bi derengî ketiye. Karapinar got: "Piştî du mehan dîsa sewqî nexweşxaneyê kirin. Dema em çûn, bijîşk ev hûrgulî ragihandin; 'Piştî kemoterapiyê salek dê PET bê girtin, ev prosedur e. Veguheztina min a nexweşxaneyê di meha Tîrmehê de çar caran hat betalkirin. Paşê, sewqa min careke din hat betalkirin. Xwestin ez bi awayekî kelepçekirî têkevim amûra ulstrasyonê, min qebûl nekir. Dema ku ez cara sêyem hatim, di 16'ê Îlonê de min PET girt û di 20'ê Îlonê de ez sirgûn kirim. Li wir malbateke min a ku xwedî li min derdiket hebû, hevalên min dihatin. Nexwestin kes xwedî li min derkeve û ez sewqî cihekî dûr kirim. Min ji malbata min, ji dadgeha ez lê dihatim darizandin dûr xistin."    Karapinar anî ziman ku Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê ya ku herî dawî sewqiî wê hatiye kirin ji aliyê tenduristiyê ve girtîgeha ku herî zêde pirsgirêka girtiyan lê heye û got: “Her cure ferzkirin hene. Girtî 3 sal in nikarin ji girtîgehê derkevin. Di lêgerîna li hundirê dev û pêlavan de pirsgirêkan derdixin, bi rîngekê dîtin û ferzkirina du kelemçeyan heye. Di dema muayeneyê de kelemçeyê dernaxin û leşker li cem girtiyan hene. Ligel vê ji min û hemû girtiyan re gotin 'madem tu doza heqê xwe dikî, em ê te wiha qetil bikin.'"    Karapinar anî ziman ku tişta ku hatiye serê wî parçeyek ji polîtîkaya tecrîdê ye û Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da bi bîr xist. Karapinar bilêv kir ku destûr nayê dayîn ku girtî sûdê ji mafê aramiyê bigirin û nahêlin girtî rojên xwe yên dawî bi malbatên xwe re derbas bikin.    ‘EZ MAFEKÎ DERMANKIRINÊ YÊ BIRÛMET DIXWAZIM'   Karapinar anî ziman ku di hepsa malê de her dem sînordarî heye û destnîşan kir ku ew bêyî destûra dadgehê nikare ji malê derkeve û got: “Di 6’ê Çileyê de neçar mam cara duyan kemoterapiyê bibînim û ji bo vê jî diviyabû min nexweşxane bidîta. Ji ber ferzkirinan heta niha ez di peydakirina nexweşxaneyê de zehmetiyê dikişînim. Diviyabû di 6'ê Çileyê de biçûma nexweşxaneyê, lê bêyî destûra dadgehê min nikarîbû ji malê derkeve. Dadgehê 6’ê Çileyê saet di 15:00’an de destûr da û ji ber ku ez negihaştimê, razana min a li nexweşxaneyê çênebû. Ji bo kemoterapiyê 15 rojan li nexweşxaneyê mam, me 3 caran ji dadgehê destûr girt. Di vê pêvajoyê de, roja dadgeha min hebû û min nekarî biçim dadgehê; ez ji bo ku ji dadgehê destûrê bistînim diçim nexweşxaneyê, lê ji ber ku ez nikarim ji nexweşxaneyê derkevim nikarim biçim dadgehê. Di rewşeke wiha aloz de jî biryar hat girtin ku hepsa malê bidome. Her ku ez ji malê derdikevim kesek telefon dike û dibêje 'Navnîşan cihê xwe ji min re bişîne, em ê werin kontrol bikin.' Dema ez çûm nexweşxaneyê polîs 24 saetan li ber derî sekinîn. Girtina malê rê li her tiştî digire, ez tenê mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim."    Karapinar anî ziman ku der barê girtiyên nexweş de pêwîstî bi hesasiyeteke zêde heye û got: “Divê em vê yekê zêdetir bînin rojevê û li hev kom bibin. Divê were dîtin ku sedema sereke ya vê yekê, tecrîd bi xwe ye. Ger em li dijî van dernekevin em ê di pêşerojê de bi tiştên xerabtir re rû bi rû bimînin. Divê em zanibin ger em têkoşînê mezin nekin û mafên xwe neparêzin dê mirin zêdetir bibin. Îro ketina girtîgehan pir hêsan e. Em hemû dikarin bi van re rû bi rû bibin. Divê em têkoşînê berfirehtir bikin û zêdetir doza mafên xwe bikin. Divê em li cem hevalên xwe yên di girtîgehê de bin; divê em li hal û wextê wan bipirsin, divê em ji wan re binivîsin."    MA / Yeşîm Tukel