Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng 2025-02-12 09:16:21   NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Bi daxuyaniya Rêber Apo re dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Her tişt dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tiştî dê tenê Rêber Apo neke. Çawa ku pirsgirêk ya me hemûyan be, berpirsyarî jî ya me hemûyan e.”    Xebatên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di 28’ê Kanûna 2024’an û di 22’yê Çileyê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir, didomin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 16’ê Sibatê de li Hewlêrê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive. Şande, dê di 17’ê Sibatê de jî li Silêmaniyeyê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinê bikin. Li aliyekê xebatên şandeyê didomin û li rexa din jî li bendê ye ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê daxuyaniyeke dîrokî bide.    PKK’Ê DAXUYANÎ DA   PKK’ê jî têkildarî pêvajoyê daxuyaniyeke girîng da. Daxuyanî bi boneya 26’emîn salvegera komploya navneteweyî hate weşandin. Li gorî daxuyaniya li ser malpera ANF’ê hatiye weşandin, wiha hate gotin: “Em ketin 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê.  Ev 26 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo, Tevgera me ya Azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li hemberî komplo û pergala Îmraliyê bi lehengî li ber xwe didin. Di encama vê berxwedana dîrokî de ku bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin” tê meşandin, zêdetirî 30 şehîdên me çêbûn. Bivê berxwedanê ku ev 26 sal in girêdayî xeta şehadetan tê meşandin, Komploya Navneteweyî bi her awayî hatiye şikandin û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê têk çûye.   BAL KIŞAND SER ‘GUHERÎNÊ’    Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “A niha di salvegera 26’emîn de di encama vê berxwedana mezin de ku ji aliyê Rêber Apo, gelê me û dostên me ve tê meşandin, diyar e dê pêşketinê nû rû bidin. Bi vê berxwedana mezin ya 26 salan û bandora şerê cîhanî yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn êdî êrîşa Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê bi temamî hatiye teşhîrkirin û şikandin û perçekirin. Êdî ev pergal û êrîşên neheq, bêedalet û hovane tên derbaskirin; tu kes xwedî li pergala berbehs dernakeve û xwediyên wê jî êdî nikarin ji bin barê wê derkevin. Di salvegera 26’emîn de di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû cîhan li benda derketina Rêber Apo ya nû û destpêkeke nû ye.   Wisa dixuye ku ger aloziyeke cidî û destwerdaneke derbeyî pêk neyê wê ji aliyê Rêber Apo ve pêvajoyeke nû, ji bo her kesî pêvajoya veguherîn û jinûveavabûnê dest pê bike.  Dê PKK û gelê Kurd biguherin, dewleta Komara Tirkiyeyê biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cihan biguherin. Bila dewlet netirse; Rêber Apo û gelê Kurd dê dewletê xirab nekin, dê girêdayî demokrasiyê bi awayekî zelal ji nû ve ava bikin. Bila civaka Tirkiyeyê netirse; Rêber Apo û gelê Kurd wê Tirkiyeyê perçe nekin, girêdayî azadiya gelê Kurd dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin.  Hewlên Rêber Apo û gelê Kurd ên têkildarî azadî û demokrasiyê, wê ne li Rojhilata Navîn û cîhanê ne li hemberî tu kesî bin; dê ji bo her kesî berjewendiyên demokratîk werin esasgirtin.”   'PIRSGIRÊK A ME TEVAN E, BERPIRSYARÎ YA ME HEMÛYAN E’    Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Bêguman her tiş dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tişt dê ji aliyê Rêber Apo ve neyê kirin. Weke ku pirsgirêk ya me hemûyan e, berpirsiyarî jî ya me hemûyan e. Divê her kes di vê pêvajoya nû de erk û berpirsiyariyên xwe rast fêm bike, xwedî lê derkeve û di pratîkê de bi cih bîne. Pêvajoya nû dê bi bendewariyan jî daxwazan pêk neyê; berovajî wê dê bi têkoşîn û xebatên zanedartir û birêxistinbûntir ser bikeve.