Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe 2025-02-12 11:14:14 AMED - Kasim Firat diyar kir ku ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan, komployên li dijî pêşengên Kurdan didomin û got: “Ji bo çareseriyê divê Ocalan azad bibe. Divê rewşeke biewle bê afirandin.” Bi ser berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî ya sala 1925'an 100 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de komployên li dijî pêşengên gelê Kurd berdewam kirin û polîtîkayên tunekirin û înkarê jî hatin kûrkirin.  Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê welatê Kurdistanê di navbera Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê de hate dabeşkirin. Tevahiya mafên siyasî û çandî yên Kurdan tune hatin hesibandin. Soza xweseriyê ya ku Kemal Ataturk dabû Kurdan hate jibîrkirin, medreseyên Kurdan hatin girtin û starta pişaftineke mezin hate dayin.    Kurdên ku xwe di bin sîwana Hereketa Azadî de birêxistin kirin, bi daxwaza mafên xwe dest bi xebatan kirin. Ji pêşengên Hereketa Azadî Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Ziya hatin girtin. Xalid Beg, di 15’ê Nîsana 1925’an de li Bedlisê tevî çend hevalên xwe hatin bidarvekirin. Şêx Seîd jî di 4’ê Çileya 1925’an de li ser rêya Çewligê çû gundê Qirikxanê. Şêx Seîd, piştî civîna li vê derê derbasî Çewligê bû. Li vir bi şexsiyetên naskirî re civiya û di 13’ê Sibatê de çû mala kekê xwe Şêx Abdurrahîm a li navçeya Pîranê ya Amedê.    Leşkerên dewleta tirk bi ser mala Şêx Abdurrahîm de girtin û li vir pevçûn derket. Di pevçûnê de 3 leşker mirin. Berxwedana bi pêşengtiya Şêx Seîd de ku hêj di qonaxa plankirinê de bû, bi vê bûyerê re dest pê kir. Piştî berxwedan dest pê kirî, li Çewlig, Amed, Erzirom, Mûş û Rihayê gelek navend ketin destê berxwedêran. Lê belê dorpêça li ser navenda Amedê bêencam ma. Di dema paşvekişandinê de hevlingê Şêx Seîd, Kasim Ataç bi dewletê re hevkarî kir û Şêx Seîd di 15’ê Nîsana 1925’an de hate girtin.    Di 28’ê Hezîrana 1925’an de li Şêx Seîd û 47 rêhevalên wî cezayê darvekirinê hate dayin û rojek piştre jî hatin bidarvekirin. Bi ser re 100 sal derbas bûn lê hêj jî cihê gorên Şêx Seîd û rêhevalên wî nehatine eşkerekirin.    Dewleta ku di 29’ê Hezîrana sala 1925’an de biryara darvekirina Şêx Seîd da, 74 sal piştre di 29’ê Hezîrana 1999’an de jî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryara “darvekirinê” da. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de diyar kir ku tiştekî rasthatî nîne ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de der heqê wî de jî heman biryar hate dayin. Abdullah Ocalan, her wiha tespîta “Qirkirina li dijî Kurdan di sala 1925’an de dest pê kir” dike.    Neviyê Şêx Seîd, Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat têkildarî mijarê pirsên ajansa me bersivand.    Kurdistan bi Peymana Qesr-î Şirînê dabeşî du parçeyan kirin û bi Peymana Lozanê jî kirin çar parçe. Piştî Lozanê temamiya mafên Kurdan tune hatin hesibandin. Ew pêvajo çawa pêş ket?    Parçebûna Kurdan xwe dispêre Qesr-î Şirînê. Mûradê 4’emîn di sala 1639’an de hate Amedê û li vir mehek ma. Pêşengên Kurdan kom dike û li ser xaka wan pê re hevdîtinê dike. Bapîrê 6 nifş berê yê Şêx Seîd di van hevdîtinan de li dij derdikeve. Ji padîşah re dibêje ku ew di nava xefletê de ne, zilmê li gel dikin û ew ji bo wan rewa nînin. Mûradê 4’emîn li dijî van gotinan dengê xwe nake. Piştre diçe sefera Bexdayê, di şer de bi ser dikeve û bihêz vedigere. Wê demê bi Îraniyan re Peymana Qesr-î Şirînê mohr dike. Di bingeha peymanê de jî înkara Kurdan û tunekirina wan heye. Kurd cara ewil di sala 1639’an de parçe bûn. Mûradê 4’emîn 6 meh piştre hate Amedê û dest bi komkujiyekê dike. Komkujiyeke pir mezin dike. Mîrên Kurdan, şêxan û temamiya malbatên navdar bi şûr qetil dike. Yek ji malbatên li dijî wan qirkirin tê kirin jî malbata Şêx Seîd e. Gund û medreseyên wan tên hilweşandin. Yên mayî jî li çar aliyan belav dibin. Ji wê demê heta niha zext û zilma li dijî Kurdan heta Lozanê didome.    Tişta bûye sedem Şêx Seîd û rêhevalên wî serî hil din çi bû?    Di Destûra Bingehîn a 1921’ê de biryarên ku dilê Kurdan rehet bikin nehatin dayin lê înkar jî tune bû. Bi awayekî fermî Kurd nedihatin înkarkirin. Di Destûra Bingehîn a 1924’an de hebûna Kurdan bi awayekî fermî hate înkarkirin. Di Meclisê de hate gotin ku Kurd tune ne û li gorî vê qanûn hatin derxistin. Hat gotin ku Kurdî tune ye û îdia kirin ku her kes Tirk e. Şêx Seîd û hevalên wî ev yek qebûl nekirin. Her çend pir xurt nebe jî rêxistiniyeke Kurdan hebû. Pêwendiyên Şêx Seîd jî bi van avadaniyên rêxistinkirî re hebûn. Bi pêşengên Kurdan ên weke Xalid Begê Cibrî, Xalid Begê Hesenî, Yûsûf Ziya û Haci Mûsa re pêwendiyên wî yên xurt hebûn. Dihatin serdanê û alîkarî ji Şêx Seîd dixwestin. Têkiliyên dîplomatîk ên kurê Şêx Seîd, Şêx Elî Riza baş bûn û her tim diçû Lubnan û Sûriyeyê û bi bazirganî û siyasetê re eleqedar bû.       Şêx Seîd qebûl nekir biçe dadgehê. Got; ‘Em gelek in, zimanê me heye, çand û edetên me hene’ û neçû dadgehê. Hemû dewlemendiyên xwe di vê rêyê de feda kir û kete rê.    Di sala 1925’an de Xalid Beg û gelek endamên Cemiyeta Azadiyê li Bedlîsê bangî dadgehê kirin. Yek ji wan jî Şê Seîd efendî bû. Şêx Seîd Efendî çûna dadgehê qebûl nekir. Qeymeqamê herêmê got ku hewa gelek sar e, Şêx Seîd nexweş e lewma nehatiye dadgehê, dikare di mehên havînê de were û di vê çarçoveyê de nivîsek şand. Lê belê Xalid Beg û gelek kes çûn. Li wir hatin binçavkirin. Şêx Seîd bibiryar bû ku neçe dadgehê. Got; ‘Em gelek in, zimanê me heye, çand û edetên me hene. Qanûnên we di sala 1924’an de derxistin ne li gorî me ne.’ Şêx Seîd ji hêla çandî ve kesekî dewlemend bû. Di medreseya wî de di gelek qadan de û bi 5 zimanan ders dihatin dayin. Hemû dewlemendiyên xwe ji bo vê rêyê feda kir û wisa kete rê.    Piştre çi qewimî?   Gotinek heye; ‘Lîstikên Bîzansê xelas nabin.’ Tirk jî bi sedan sala ye xwedî dewlet in û li cem wan jî lîstik xelas nabin. Şêx Seîd, di 4’ê Çileyê de tevî endamên malbata xwe û alîgirên xwe ji malê derketin. Çûn Çewligê. Çûn gundê Qiriqan ê di navbera Tatos û Kanîreşê de. Gundekî mezin e. Li vir biryarek dan û gotin ku dê kongreyê li dar bixin. Şêx Elî Riza li Sûriyeyê bû, bazirganî dikir û pereyê wî pir bû. Komeke mirovan çû Stenbolê û li wir 10-15 rojan bi pêşengên Kurdan re çendek hevdîtin kirin. Xalid Beg ê di hevdîtinan de girtî, ji wan re diaxive ka dê çi bikin. Di van hevdîtinan de pêşengên Kurdan gotin ku divê bi Şêx Seîd re hevdîtin were kirin û yên li Stenbolê piştgiriyê bidin. Li ser vê yekê ji gelek eşîran bi tevlibûna 200 kesan re li Qiriqanê civîn tê lidarxistin. Di vê civînê de tê gotin ku têkoşîna li dijî kesên biryara tunekirin û înkarkirina Kurdan de dane wacib e. Li gorî lîteratûra Îslamê navê vê cîhad e. Navê ‘Cîhadê’ li têkoşîna xwe kirin. Çawa ku îro jê re dibêjin ‘Gerîla’ û ‘Pêşmerge’, wê demê jî jê re digotin ‘Mucahîd.’ Kesê pêşengtiya vê têkoşînê dikir re jî gotin ‘Reîs-î Mucahîd.’ Şêx Seîd weke Reîs-î Mucahîd hate îlankirin. Piştî civînê jî Şêx Seîd ji tevahiya pêşengên Kurdan re bi navê Reîs-î Mucahîd name nivîsand û şand.    Di nameyan de hate gotin ku Kurd tên înkarkirin û divê her kes li dijî Destûra Bingehîn a 1924’an têbikoşe. Heta Çewlig, Kanîrêş, Dara Hênê û Pîranê hatin. Ev yek 40 rojan domiya. Şêx Seîd û hevalên wî, hemû Kurd hişyar kirin û gotin ku divê Kurd jî mîna gelên din bi mafên xwe bijîn. Di rêya vê armancê de jî hewl dan gel hişyar bikin. Dema xelk gihişt wê zanebûnê jî dixwest bi Enqereyê re pêwendiyan deynin û jê re bibêjin ku înkarkirina Kurdan wijdanî nîne û divê hebûna Kurdan bi rêyên hiqûqî jî were naskirin. Gotin ku divê Kurd jî bi awayekî wekhev bijîn û ev mafê wan e. Heke li Enqereyê nehata çareserkirin jî dê ji welatên navneteweyî re name bihatina şandin û dê jê bixwestina ku di vê doza navbera Kurd û Tirkan de bibin navbeynkar.    Çi bersiv dan van nameyan?    Ji bo astengkirina vê rewşê Enqereyê çendek têkiliyên xwe yên di nava Kurdan de bi kar anî û provakasyon kir. Di 13’ê Sibatê de leşker çûn mala Şêx Seîd û gotin ku hinek mehkûm reviyane û ew ji bo teslîmgirtina wan hatine. Şêx Abdurrahîm li derve muhafiz bû û jê re got ku ew bêrêziyê dikin û li hundir bi hezaran kes hene. Got ku piştî kesên li hundir belav bûn dê ev kes bên teslîm bibin. Lê belê leşkeran heqaret kirin. Di vê rewşê de çek hatin bikaranîn û êdî ketin rêyeke jêneveger. Şêx Seîd di vê rewşê de got; ‘Em ji Xwedê hatine û dê dîsa li wî vegerin.’ Got; ‘Şoreşa me bi xêr be.’ Şêx Seîd û hevalên wî li Pîranê bi rê ketin û li Hênê û Gêlê xebatên xwe domandin.    Ev bûyer li çar aliyan hate bihîstin û pêl bi pêl belav bû. Li gelek cihan gel dest danî ser rêveberiyê. Dara Hênê di demekî kin de weke paytext hate ragihandin. Feqî Hesen bû serokê wê û asayîş hate avakirin. Biryarên hiqûqî yên weke neheqî li tu kesekî neyê kirin, li tu kesekî zilm neyê kirin û tu kes mal û milkê gel xesp neke hatin dayin. Piştî 13’ê Sibatê, Şêx Seîd îmzeya xwe ya Reîs-î Mucahîd guherand û ji xwe re got Muhammed Seîd-e Paloyî el-Amedî. Xwe weke xizmetkar ragihand. Xwe weke xizmetkarê şoreşgeran didît. Bi vê îmzeya xwe name dişand. Di ruhê wî de teslîmbûn tunebû. Dizanî ku nabe ku teslîmî zaliman bibe û di wan de wijdan û dilovanî tune ye. Lewma ji çeka xwe bawer kir û tevahiya malbata wî tev li têkoşînê bû. Çendek zarokên wî hebûn û tevek jî li eniya şer bûn. 3 birayên wî şehîd bûn. Hemû xizmên wî tev li têkoşînê bûn. Ji bo têkoşîn civakî bibe gelek hewl dan.    Bû 100 sal hêj jî cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?    Şêx Seîd û hevalên wî di dîroka Kurdan de sembol in. Dagirker, bêwijdan in. Ji bo ku pêşengên Kurdan neyên bibîranîn her tişta ji dest dihat kirin û dikin. Ji ber ku ditirsiyan ew (Şêx Seîd) qetil kirin û ji ber ku ditirsiyan gora wî veşartin. Ditirsiyan ku rastî bên nivîsandin. Bi sala ye em li eywanên dadgehan û li Meclisê ji bo eşkerekirina cihê gorên wan hewl didin. 47 kes di rojekê de hatin bidarvekirin lê nayê zanîn cihê gorên wan li ku ne. Ne ku nizanin lewma, ditirsin lewma eşkere nakin. Hêj niha jî ji Şêx Seîd ditirsin. Tirsa ‘Heke cihê gora wan diyar bibe dê gel biçe serdanê û rastiyan hîn bibe” di dilê wan de heye. Çawa ku wê demê mirov derhiqûqî qetil kiribin, îro jî bi veşartina cihê gorên wan vê derhiqûqtiyê didomînin. Yek ji kesê hatiye qetilkirin jî bi hinceta ‘bi tirkî nizane’ hate qetilkirin.      Ji bo pêşengên Kurdan neyên bibîranîn her tişta ji dest tê dikin. Ditirsiyan lewma cihê gorên wan veşartin. Ji nivîsandina rastiyan ditirsin.    Ahmet Sureyya Orgeevren di bîranînê xwe de ev nivîsandiye. Dibêje; ‘Biryara darvekirinê hate dayin, me bidarve kirin, ew zarok hate xewna min. Di hotêleke li Deriyê Çiyê de.’ Dibêje ku zarokê hatiye xewna wî jê re gotiye; ‘Te çima ez bidarve kirim? Ma çi guneha min hebû?’ Dibêje ku gelek caran hişyar bûye û dîsa razaye lê her carê ew zarok di xewna xwe de dîtiye. Orgeevren, çawa dibe sibeh diçe cem şandeyê û jê re dibêje; ‘Ev tişta em dikin zilm e, bêexlaqî ye. Divê em van nekin.’ Piştî vê gotinê ji şandeyê vediqete. Hevalên wî xwe jê aciz dikin. Têkildarî mijarê ji Serokwezîr Îsmet Înonu re telgrafê dişînin. Îsmet Înonu bersiva telgrafê dide û dibêje; ‘Silavên min li Ahmet Sureyya bikin. Kesekî bi Tirkî nizane ji bo me ne kesekî maqûl e. Heke ciwanekî Kurd bi Tirkî nezane, heqê wî mirin e. Ahmet Sureyya xwe têkilî van tiştan neke û şande çi bibêje bi wê bike.’ Divê gelê Kurd dersê ji bo xwe ji vê bigire û li gorî wê gavan biavêje.     74 sal piştre dîsa lîderekê serhildana Kurdan an ku li Abdullah Ocalan cezayê darvekirinê hate birîn. Dîroka serhildanê û dîroka komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rastî hemand îrokan tên. Li gorî we ev tesadûf e?    Komploya navneteweyî jî di 15’ê Sibatê de kirin û di 29’ê Hezîranê de jî biryara darvekirinê dan. Hilbijartina van dîrokan ne titekî tesadûfî ye. Ev rojên dîrokî bi zanebûn hatin hilbijartin û peyamên dîrokî didin. Komplo naqedin. Ji Kurdan re dibêjin; ‘Me di 1925’an de çi kiribe dê îro jî heman tiştan bikin.’ Divê em bo axwe dersan ji vê bigirin. Niha jî hinek gav tên avêtin lê li gorî min li pişt van gavan dîsa komplo hene. Divê pêşengên Kurdan ji bo xwe dersan bigirin û gavên xwe li gorî wê biavêjin. Kurd xwedî tecrûbeyeke sedsalî ne. Di vê sedsalê de me gelek tişt jiyan. Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye ev sedsal in li dijî Kurdan polîtîkaya înkarê dimeşînin. Ev polîtîka hêj îro jî didome. Kesê îro li Sûriyeyê anîn ser desthilatdariyê kesekê mirovan qetil dike ye. Zalimek çû û li şûna wî zalimekê din anîn. Tifaqên li ser înkara Kurdan didomin. Her çend Îran îro weke muxalîfa Sûriyeyê xuya bike jî dema mijara behsa xeberê dibe Kurd ev dîsa dibin yek. Divê em li gorî vê rastiyê tevbigerin. Gelê Kurd ev sedsal in li ber xwe dide û bi hezaran şehîd da. Heke îro siyaseta Kurdan hebe, ev bi saya van şehîdan e. Mafê Kurdan nîne ku xeletiyan bikin. Heke Kurd di navbera xwe de yekitiyeke xurt ava bikin, ji îro ve tu kes nikare wan înkar bike û dê rastî komkujiyên berê jiyane neyên. Îro hemû dinya Kurdan nas dike û mafên wan nas dike. Heke Kurd bibin yek dê rojên pêş ji bo wan ronî bin û heke nebin yek jî dê encam baş nebe.    Gelo komployên hûn qala wan dikin gihiştin armancên xwe?    Di dîrokê de her tim bersiva komplo û tunekirinê hatiye dayin. Saît Elçî, di sala 1967’an de ji kurê Şêx Seîd, Şêx Elî Riza efendî re got; ‘Şêx Seîd çima bi ser neket?’ Şêx Elî Riza efendî jî jê re got; ‘Saît efendî tu şaş î, Şêx Seîd û hevalên xwe bi ser ketin.’ Saît Elçî jî pirsa ‘Çawa bi ser ketin?’ kir. Şêx Elî Riza jî got; ‘Ji du aliyan ve bi ser ketin. Tevahiya kesên tev li vê têkoşînê bûn kesên xwedî meqam, kar û îrfanê bûn. Di destpêkê de gotin ku kesên di vê têkoşînê de cih digirin ‘dê şehîd bibin’ û ev di Îslamê de mewqiya herî bilind e. Tevek jî weke şehîd bilind bûn meqama herî bilind. Ev, aliyê serkeftinê yê manewî ye. Aliyê fîzîkî yê vê serkeftinê jî heye. Heke me dest bi têkoşînê nekira, dê komarê di nava gundên feqîr de pere belav bikira, çendek axayên gudan bikuşta û qismekê axa wan belav bikira. Wan gundiyên feqîr jî dê bigotina ‘Komarê em dewlemend kir, em ji axayan xelas bûn.’ Li hinek cihan jî dê malbatên Kurd biribûna herêmên rojava û yên Tirk jî bianiyan cihên Kurdan. Bi vê yekê re dê bigotina ‘tiştekî bi navê Kurdan’ tune ye. Heke ev têkoşîn nebûya, dema pirsa ‘Tu Kurdî?’ dihat kirin, dê her kesî xwe înkar bikra û îdia bikira ku Tirk e. Lê belê me çi kir? Me cudahiyên mezhebî û çînî ji holê rakir û hemû Kurd li dora armancekê gihandin hev û nasnameyekî neteweyî afirand. Îro Kurd hene û têdikoşin. Mesele ji meseleya çînîtiyan deket û veguherî meseleyekî neteweyî. Ji ber vê yekê em bi ser ketin. Heke îro hûn ji xwe re bibêjin em Kurd in, ev yek serkeftin e.’ Li ser vê yekê Saît Elçî jî dibêje; ‘Em çi bikin, şîreta te ya ji bo me çi ye?’ Şêx Elî Riza jî dibêje; ‘Bixwînin, teqez bixwînin. Bibin kesên xwedî meqam û raye. Û li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Hûn çi dibin bibin, dewlemend an jî feqîr, xwedî meqam an jî ne lê bi zimanê xwe biaxivin. Pişta xwe nedin gelê xwe.’ Ji ber vê yekê jî bi ser ketin.    Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd îro pêvajoyeke nû hate destpêkirin. Îktîdar û AKP gelek caran banga “biiratiyê” dike. Gelo ev biratî dê çawa pêk bê?      Di hiqûqa biratiyê de divê edalet û wekhevî hebe. Gotina ‘Kurd-Tirk bira ne’ tenê di gotinê de dimîne. Ji bo çareseriyê dive Abdullah Ocalan azad bibe. Divê rewşekî biewle were avakirin.    Biratî tiştekî xweş e. Lê heke ev gotin tenê di gotinê de nemîne xweş e. Divê di hiqûqa biratiyê de edalet û wekhevî hebe. Gotina ‘Kurd-Tirk’ bira ne tenê di gotinê de heye û pratîka wê tune ye. Dewleta Tirkan heye, zimanê wan heye lê çawa Kurd û Tirk dibin birayên hev? Heke ev yek di rastiyê de çêbibe ev tiştekî baş e. Îro dibêjin ‘Çekên xwe deynin nexwe em ê we tevî çekên we binax bikin.’ Ev zimanekî xerab e. Ev mirov ne ji bo pere, meqam û rayeyan şer dikin. Gotina ‘Werin çekên xwe bêyî şert deynin’ a ji kesên ev 40 sal in şer dikin re exlaqî nîne û tiştekî rast jî nîne. Heke mafên Kurdan bên naskirin û di navbera Kurd û Tirkan de wekhevî çêbibe, heke ev biratî li gorî Îslamê be ev dê tiştekî xerab nebe. Heke biratî çêbibe em ê piştgiriyê bidin. Ji bo aramiyê her kes vê dixwaze. Kurdan bedelên gelek mezin dan. Piştî van bedelan bêyî şert teslîm nabe û serî natewîne. Ev pêkan nîne. Ev bû 100 sal nekarîn Kurdan tune bikin. Em hene, zimanê me heye û em serî natewînin. Bila rêzê ji bo mafên Kurdan bigirin. Wê demê hem dê biratiya olî çêbibe hem jî ya gelan. Wê demê her kes jî dê vê qebûl bike.    Ji bo pêvajoya nû bi ser keve divê çi gav bên avêtin?    Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe. Divê rewşekî biewle were avakirin. Bi gotinekê û komployan ev kar nabe. Li rexekî bangan dikin li rexa din jî ji bo tunekirina Kurdan her roj diçin Sûriyeyê, Îranê, Iraqê û hevdîtinan dikin. Hûn nikarin Kurdan bixapînin. Dive hêzên navneteweyî çavdêr bin. Divê rewşeke biewle hebe. Hewceye Neteweyên Yekbûyî mudaxil bibe. Dive komîsyon hebin û her kes kêmasiya xwe qebûl bike. Dema hevhelalbûn dibe, mirov dibêjin ‘Xwedê min ev guneh kirin û poşman im.’ Hevhelalkirin bi vî awayî dibe. Ma van mirovan ji bo çi şer kir, ji bo çi hevdu kuştin? Divê tespîta vê were kirin. Ev meseleye meseleyeke navneteweyî ye. Wê demê Kurd jî dê fedekariyan bikin. Çi bikeve ser milê me wê demê em ê bikin. Di aştiyeke birûmet de hizûr heye.”   MA / Mujdat Can