Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin 2025-02-12 11:20:11   MÊRDÎN - Parêzeran li dijî biryara girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz kirin.    Midûra JINNEWS’ê Oznûr Deger di 7’ê Sibatê de li Qoser a Mêrdînê di encama serdegirtina malê de hate derbkirin û binçavkirin. Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.    Parêzean, li dijî biryara girtina Oznûr Degerê li 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrdînê îtîraz kirin. Di îtîrazê de hate gotin ku “sûcê propagandayê” yekser nabe sedema girtinê û hat xwestin ku biryara girtinê were betalkirin û Oznûr Deger were berdan.