Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin 2025-02-12 11:42:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Panoya ku wêneyên rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin li ser bûn, hate rûxandin û şewitandin.  Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di 23’yê Tebaxa 2024’an de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Navên her du rojnamegerên hatin qetilkirin, li cadeyekê hatin kirin. Roja 10’ê Sibatê bi tevlibûna gelek rojnamevan û çalakvanên siyasî li ser rêya nêzîkî navçeya Seyîdsadiqê wêneyên Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê lê hatibûn qetilkirin hate danîn û ji bo ku tim bên bîranîn navê “Cadeya Rojnamevanên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn” li cadeyê hate kirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; tabloya ku wêneyên her du rojnamegeran li ser bû, hate xerakirin û piştre jî hate şewitandin. Heta niha jî têkildarî kesên ev êriş kirin tu daxuyaniyên fermî nehatine dayin.    Hêjayî bibîrxistinê ye 23’yê Tebaxa 2024’an di encama êrişeke balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a li Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê de karwanê rojnamevanan bû hedef û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û gelek rojnamevan jî birîndar bûn.