MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin 2025-02-12 12:00:11   AMED - MYK’a DBP’ê bertek nîşanî hedefgirtina HDK’ê da û diyar kir ku ji bo êrişên vala derxînin û yekkirina hêza gelan dê bêhtir têbikoşin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî 9 şaredariyên CHP’î yên Stenbolê lêpirsîn dabû destpêkirin û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) weke sedema lêpirsînê nîşan dabû. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî hedefgirtina HDK’ê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dozgeriyê hewl daye HDK’ê krîmînalîze bike.    Bi domdarî hate gotin ku HDK li dijî faşîzmê piştevaniya gelan diparêze, dengê hemû derdorên civakê ye û qadeke hevpar û rewa ya têkoşînê ye. Di berdewamê de armancên avakirina HDK’ê hatin rêzkirin û wiha hate gotin: “Lewma jî hewldana siyasî ya ku HDK’ê hedef digire, ne tenê HDK’ê lê tevahiya hêzên li gel demokrasiyê û nirxên civakî hedef digire.”    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Hedefgirtina HDK’ê, dijminatiya gel a organîzasyona siyasî ya xwe li ser xerabiyê birêxistin dike ye. Lewma em dibêjin; ‘Xurtkirina HDK’ê û têkoşînên din ên hevpar, ji bo serkeftina têkoşînê ferz e.’ Operasyonên HDK’ê hedef digirin û gotinên ji bo piştgiriya van operasyonan tên kirin, ne dikarin têkoşîna azadiyê ya gelan ne jî baweriya me ya bi demokrasiyê tune bikin. Li dijî van êrişan, em banga xwedîderketina li HDK’ê, mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û têkoşîna yekbûyî ya gelan dikin. Ji her demê bêhtir pêdivî bi mezinkirina piştevaniyê heye... Lewma jî ji bo valaderxistina van êrişên li dijî HDK’ê û ji bo yekkirina hêza gelan em ê bêhtir têbikoşin.”