AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da 2025-02-12 12:16:13   AMED - Rojnameger Yelda Çîçek dema di protestoyên qeyûm de dîmen dikişand hatibû binçavkirin û ceza lê hatibû birîn. AYM’ê ji bo cezayê hatiye dayin biryara binpêkirinê da.    Di 21’ê Tebaxa 2019’an de li dijî tayînkirina qeyûm li Amedê çalakiyên protesteyî hatin lidarxistin. Dema rojnameer Yelda Çîçek çalakî dikişand, hate binçavkirin û bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna Hejmar 20911’an a civîn û xwepêşandanan” der heqê wê de îdianame hate amadekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê jî îdianame qebûl kir. Danişîna dozê di 22’yê Îlona 2021’ê de hat lidarxistin û salek û 8 meh cezayê hefsê li Yelda Çîçek hate birîn. Dadgeriyê, ceza taloq kir. Parêzerê Yelda Çîçekê jî li dijî biryarê îtîraz kir. Lê 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ev îtîraz red kir.    'AZADIYA ÇAPEMENIYÊ HAT BINPÊKIRIN’   Li ser vê yekê Yelda Çîçekê bi rêya parêzerên xwe bi sedema “binpêkirina mafê azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Di serlêdanê de hate gotin ku Yelda Çîçekê di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de çalakî şopandiye û tevî nasnameya xwe ya çapemeniyê nîşan daye jî hatiye binçavkirin û xebatên rojnamegeriyê hatiye astengkirin. Hat gotin ku parastinên Yelda Çîçek ên di dema binçavkirinê de, li dozgeriyê û li dadgehê di biryara bihincet de hatine paşguhkirin.    AYM’Ê BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA   AYM’ê biryara xwe bi sernavê “Serlêdana Muhammet Yavuz Aktepe û yên din” parve kir û got ku daxwaza alîkariya edlî ya Yelda Çîçek û serlêdêrên din hatiye qebûlkirin. AYM’ê bal kişand ser madeya 36’an a Destûra Bingehîn û got; “Mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin.” AYM’ê wiha domand: “Ji bo encamên binpêkirina mafê darizandina adilane ji holê bên rakirin û jinûve were darizandin, biryar hate dayin ku mînakeke biryarê ji dadgehê re were şandin.”    Bi daxwaza doza rojnameger Yelda Çîçek jinûve were lidarxistin, dosya ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê re hate şandin.