Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin 2025-02-12 13:43:59   NAVENDA NÛÇEYAN - KONGRA-GEL ji bo tevlibûna mitînga Strasbourgê ku dê di 15’ê Sibatê de were lidarxistin bang kir û got: “Ji bo silavkirina Rêber Apo û bibin bersiva banga wî em ê li Strasbourgê bin.”   Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de dê di 15’ê Sibatê di salvegera komploya navneteweyî de li bajarê Strasbourgê ya Fransayê mitîng bê lidarxistin. Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL diyar kir ku tevahiya cîhanê piştgiriya daye pêngava azadiyê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” û kelecaneke mezin ava kiriye.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwaze ji bo Tirkiye û gelên herêmê firsendeke nû ava bike û wiha hate gotin: “Ji bo hevdîtinên li Îmraliyê veguherin firsendeke dîrokî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû dînamîkên civakî û siyasî. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê mijara sereke amadekirina şert û mercên azadî-ewlehî-tenduristiyê yên Rêber Apo ne. Polîtîkayên şerê topyekûn ên hikûmeta AKP’ê biisrar didomîne, li dijî vê firsenda dîrokî ya Rêber Apo dixwaze biafirîne tam provokaston e. Divê hemî dînamîkê siyasî û civakî li dijî vê rewşê xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin. Ji bo silavkirina Rêber Apo û bibin bersiva banga wî em ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bin.”   Di daxuyaniyê de bal kişand ser meş û mitîngên dê bên lidarxistin û banga tevlibûnê hate kirin.