Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin 2025-02-12 14:07:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Îdianameya der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de ji hêla 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin.    Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di panelekê de têkildarî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek û malbata wî de çendek gotin kiribû. Ji ber van gotinan, der heqê Îmamoglû de îdianame hate amadekirin û 7 sal û 4 meh cezayê hefsê hate xwestin. Îdianame, ji hêla 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a Îmamoglû dê di 11’ê Nîsanê de bê lidarxistin.    Di îdianameyê de ji ber gotinên Îmamoglû yên der heqê Gurlek de, îdiayên “ji ber karê dike yekser heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye”, “gef xwar” û kesekê di têkoşîna li dijî terorê de cih digire hedef nîşan da” hatin kirin û ji 2 sal û 8 mehan heta 7 sal û 4 mehan cezayê hefsê hate xwestin.