Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan 2025-02-12 15:41:36   MÊRSÎN - Di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê de cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn hate protestokirin.    Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin didome. Di çalakiya li pêşiya avahiya şaredariyê de pankarta “Rejîma qeyûm derbeyeke li dijî vîna gel e” hate hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşma “Hevşaredarên me rûmeta me ne” berz kir.    Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di çalakiyê de bal kişand ser dorpêça li ser şaredariyê û wiha got: “Qeyûm xespkirin e, talan e, dizî ye. Xuyaye ku li dijî vê diziyê tu tiştek nayê kirin. Em dev ji teşhîrkirina vê diziyê bernedin.”    Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar jî diyar kir ku sepana qeyûm bi taybet li dijî Kurdan tê bikaranîn û got: “Em bi israr qala aştiyê dikin. Ew li rexekî destê aştiyê dirêj dikin û li rexa din jî li şaredariyên Kurdan qeyûman tayîn dikin. Em vê qebûl nakin.”    ‘EM Ê HER TIM QALA AZADIYÊ BIKIN’   Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî diyar kir ku ew di aştiyê de israr dikin û got: “Em her tim qala azadiyê bikin û vîna gel biparêzin.”    Bedriye Kuş, bertek nîşanî cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn da û ev tişt anî ziman: “Bi vê biryarê hewl didin gelê Wanê ceza bikin. Kesên bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin rûmeta me ne. Hûn nikarin bi girtin û binçavkirinan vê pêşî li vê têkoşînê bigirin. Hûn ê li dijî vîna gel têk biçin. Akdenîz a me ye, Wan a me ye. Dibe ku hûn bibêjin bi rêya qeyûman şaredariyan xesp dikin lê dê ew hevşaredar her hevşaredarên gel bin. Dîrok, kesên siyaseta qirêjî dimeşînin ji bîr dike lê kesên îradeya gel diparêzin her tim bibîr tîne.”