Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin 2025-02-17 15:41:36 DÎLOK - Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen bi îdiayên “binpêkirina azadiya xebatê” û “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” hate girtin.   Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîl Tevinkarî û Çermkariyê yên Yekbûyî (BÎRTEK SEN) Mehmet Turkmen, bi îdiayên “binpêkirina azadiya xebatê” û “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” hate girtin. Turkmen duh li avahiya sendîkayê hate binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Dîlokê hate kirin. Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran û gelek parêzeran ku xwestin dozê bişopînin, li ser biryara dadgeriyê negirtin eywana danişînê. Duran, bertek nîşanî biryarê da û got ku li ser fermanê biryara girtinê berê hatiye dayin.    Turkmen, bi heman îdiayan hate girtin û şandin girtîgehê.